Dîndar Zêbarî û Serokê Xaça Sor civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Xaça Sor alîkariyên hevpar di warê mafên mirovan de nîqaş kirin.
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Sêşem, 4ê Mijdara 2025ê) bi Serokê Rêxkistina Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) li Bexdayê Ikhtiyar Aslanov û şandeya pê re li Hewlêrê civiya û li ser alîkariyên hevpar di warê mafên mirovan de nîqaş kirin.
Li gorî ragihandina Berpirsê Nivîsgeha Rêkxistinê ya Raspardeyên Navneteweyî, di wê civînê de rola Rêkxistina Navneteweyî ya Xaça Sor hat tekez kirin û amaje bi bicihanîna plana Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan û amadekariyan ji bo pêşkêşkirina gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gera 48ê ya panoramaya gera tevgir de hat dan.
Her di wê civînê de behsa bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê birêvebirina baş û lihevanîna siyasetên navxweyî bi standardên navneteweyî re hat kirin, herwesa girîngiyeka mezin bi pirsa kesên winda û qurbaniyên şeran jî hat dan.
Li dawiyê jî herdu alî li ser berdewamkirina hevahengiya xurt ji bo pêşxistina pirsa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.
