Tuncer Bakirhan: Divê Komisyona Aştiyê serdana Ocalan bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê Dem Partiyê amaje da ku, divê Demirtaş û tevaya girtiyên doza Kobaniyê bên berdan.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tuncer Bakirhan îro (Sêşem, 4ê Mijdara 2025ê) ragihand: "Li ser daxwaza Bahçeli ji bo berdana Demirtaş, ku amaje dabû ku berdana wî dê ji bo Tirkiyeyê baş be, em spasiya wî dikin û divê êdî Demirtaş û tevaya girtiyên doza Kobaniyê bên berdan."
Tuncer Bakirhan amaje jî da: “Şandeya Îmraliyê bi awayekê fermî ji Erdogan xwestiye ku Komisyona Aştiyê serdana Ocalan bike.”
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli di civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlementoya Tirkiyeyê daxwaza berdana Demirtaş kir û tekez kir ku, berdana wî dê ji bo Tirkiyeyê baş be.
Hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ li roja 4ê Cotmeha 2016ê bi tohmeta tevlîbûna di doza Kobaniyê de hatin girtin.
