Serok Barzanî sersaxî ji malbata Kolonel Nab re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo wexera dawiyê ya Kolonel Richard Nab diyar kir û sersaxî ji malbata wî re xwest.
Serok Barzanî îro (Çarşem, 4ê Mijdara 2025ê) bi rêya nameyeka hevxemiyê bi navê xwe û gelê Kurdistanê sersaxî ji malbata Kolonel Richard Nab re xwest, ji ber wexera dawiyê ya Kolonel Richard.
Baregayê Barzanî ragihandiye ku, Kolonel Richard Nab li sala 2003ê li Hewlêrê Birêvebirê Nivîsîngeha Desthilata Demkî ya Hevpeymanan bû.
Serok Barzanî di nameya xwe de hevxemiya xwe diyar kir û Kolonel Nab wekî dostekê rastîn û hevpeymanê gelê Kurdistanê da nasîn, ku piştî reva dîrokî ya gelê Kurdistanê li sala 1991ê rolekê mezin di alîkarîkirina gelê Kurdistanê de hebû û piştî nemana rejîmê jî ji bo bihêzkirina tenahiya Herêma Kurdistanê û xurtkirina têkiliyên di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de alîkar bû.
Serok Barzanî her di wê nameyê de spasiya xizmetên Kolonel Nab kir û rêzgirtina xwe ya herdemî ji bo malbata wî diyar kir.
