Bi fermana MesrûSibe mûçeyên Pêşmergeyên xanenişîn tên xerckirinr Barzanî biryara xerckirina mûçeyên Pêşmergeyên xanenişîn hat dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryar hat dan ku pirsgirêka mûçeyên wan efser, piledar û Pêşmergeyên ku piştî 1.1.2025ê xanenişîn bûne bê çareserkirina.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de eşkere kir: “Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar hat dan ku pirsgirêka mûçeyên wan efser, piledar û Pêşmergeyên ku piştî 1.1.2025ê xanenişîn bûne û mûçeyên wan ji aliyê hikûmeta federal ve nehatine dan bê çareserkirin.”

Li gorî ragihandina wê malperê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Wezareta Darayî û Aborî raspart ku, sibe (Pêncşem, 6.11.2025) mûçeyekê wekî pêşîne li ser dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê xerc bike û ev pirsgirêk jî bi zûtirîn dem bê çareserkirin.

 
Fly Erbil Advertisment