Hejmareka rêkxistinên nû yên edebiyat û zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê hat tomarkirina

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareka rêxistinên nû yên edebiyat û zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin. Serokê Nivîsgeha Rêxistinên Nehikûmî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hêvî kir ku, ew rêxistin li kêleka hikûmetê hevkar û hevaheng bin da ku xizmeta gel bikin û girîngiyê bidin çand, edebiyat û zimanê Kurdî.

Di merasîmeka taybetî de, ku îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) li Hola Kurdistanê li Nivîsgeha Rêxistinên Nehikûmî hat lidarxistin, bawernameyên tomarkirinê bi hejmareka Rêxistinên Nehikûmî yên nû yên girêdayî edebiyat û zimanê Kurdî hatin dan.

Piraniya wan rêxistinan di warên edebiyat, arşîva Kurdî, zimanê Kurdî, jîngeh, karên mirovî û gelek warên din de dixebitin. Wan biryar daye ku, bi awayekî xwebexş û qezencnexwaz xizmeta gel û Herêma Kurdistanê bikin.

Wan rêxistinan spasî û rêzên xwe ji bo rêkxistina wê merasîmê û rêzgirtina li karê sivîl û xwebexş li Herêma Kurdistanê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin. Wan herwesa spasiya Nivîsgeha Rêxistinên Nehikûmî li Herêma Kurdistanê jî kir, ji ber wan hêsankarî û xizmetên ku ji destpêkê heta qonaxa dawiyê ya wergirtina bawernameyên tomarkirinê ji wan re hatibûn pêşkêşkirin.

Serokê Nivîsgeha Rêxistinên Nehikûmî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Hesen jî ji aliyê xwe ve di gotarekê de pîrozbahî li rêxistinên nûtomarkirî kir û hêvî kir ku, ew li kêleka hikûmetê ji bo xizmetkirina gelê me û pêşxistina welatê me û girîngîdana bi ferheng û edebiyat û zimanê Kurdî hevkar û hevaheng û piştgir bin.

 
Fly Erbil Advertisment