Mesrûr Barzanî serdana Projeya Rewşa Awarte ya Avê ya Hewlêrê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 6ê Mijdara 2025ê) serdana qonaxa duyê ya Projeya Rewşa Awarte ya Avê ya Hewlêrê dike.
Piştî temambûna qonaxa yekê, niha qonaxa duyê ya Projeya Rewşa Awarte ya Avê ya Hewlerê 95% temam bûye û di qonaxa dawiyê de ye û di demeka nêzîk de dê bê vekirin.
Projeya Rewşa Awarte ya Avê ya Hewlêrê yek ji projeyên stratejîk ên kabîneya nehê ye, ku bi ferman û raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê Hêmin Groupê ve bi kalitiyeka bilind hatiye destpêkirina. Bi temambûna vê projeyê, pirsgirêka kêmaviyê li Hewlêrê û derdora wê dê heta 30 salên din çareser bibe.
Projeya Rewşa Awarte ya Avê ya Hewlêrê her rojê 480 hezar metrên sêcarkî yên avê diparzine û her saetekê 20 heta 21 hezar metrên sêcarkî yên ava paqij dişîne taxên Hewlêrê.
Ev proje dê li ser çar xetên sereke di navbera taxên di navbera cadeya 120 metrî û cadeya 150 metrî de bê bicîhanîn; ku taxên di navbera wan herdu cadeyan de û yên derveyî wan cadeyan û taxên Daretû, Bineslawe, Kesnezan, Pîrzîn, Şaweys, Behirkê, Enkawa û Sêbîranê dê feydeyî jê werbigirin.
Pêvajoya wergirtina avê ya vê projeyê dê ji Zêyê Mezin dest pê bike û av dê li gorî standardên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) û Iraqê bê paqijkirin, parzinandin, filterkirin û klorkirin.
Bicihanîna vê projeyê dê pirsgirêka kêmaviyêê li bajarê Hewlêrê bi tevahî çareser bike û dê bibe sedema girtina zêdetirî hezar bîrên avê, da ku ava binerd bê parastin û belaş neçe.
