Mesrûr Barzanî bo K24ê: Ez hêvîdar im Kurdistan 10 salên bê biçe qonaxeka nû
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re got: “Ez hêvîdar im ku Herêma Kurdistanê di 10 salên bê de derbazî qonaxeka nû bibe.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 6ê Mijdara 2025ê) serdana qonaxa duyê ya Projeya Rewşa Awarte ya Avê ya Hewlêrê kir.
Mesrûr Barzanî ji Kurdistan24ê re got: “Ez spasiya Xalid Xoşnaw û şîrketa bicihanînê dikim, ku ev qonaxa dawiyê ya gihandina avê ji bo Hewlêrê ye. Ev proje dê gelek xizmeta Hewlêrê û Herêma Kurdistanê bike û karên vê projeyê bi awayekê pir serkeftî hatine kirin. Herwesa wan karî di demeka pîvankî de karên wê projeyê temam bikin.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Her kesê ku serdana vê derê kiriye wesa fikiriye ku pêdivîtiya vê projeyê bi sê salan heye heta bê temamkirin, lê em dilxweş in ku ew di demeka wesa kurt de hat temamkirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: “Em destxsweşiyê li wan dikin ku hemî karên vê projeyê bi hêz û zend û baskên navxweyî hatine kirin, herwesa teknolojiya pêşkeftî ji bo piştrastbûna ji kalitiya avê hatiye bikaranîn.”
Herwesa got: “Em hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê di hemî sektoran de pêşveçûnên baş bibîne. Hin ji wan karên ku li destpêkê hatine kirin, wekî jêrxane pêdivî bûn. Ji bo ku ew jêrxane serkeftî be, divê zêdetir li kar û projeyan bê kirin. Hemî projeyên ku di dema borî de hatine bicihanîn encamên baş hebûne û li paşerojê karên gelek baştir dê bên kirin.”
Herwesa ragihand: “Em spasiya Hêmin Groupê dikin, ji ber karên wê û ew baweriya ku wê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Ew têkiliya saxlem a ku di navbera şîrketan û hikûmetê de heye sedema serkeftina vê projeyê ye. Em hêvî dikin ku ev kar li Silêmaniyê bên kirin û ew şîrketên ku ji bo bicihanîna karên wan hatine destnîşankirin di demeka nêzîk de karên xwe biqedînin.”
Herwesa got: “Em hêvî dikin ku Xudê alîkariya me bike ku em hemî projeyên ku di hişê me de ne bi cîh bînin, lê şiyanên me jî wekî hikûmetek sînordar in, xasma di vê heyamê de ji bo sînordarkirina kar û projeyên me gelek dijîtiya me hat kirin, lê em dixwazin li gorî şiyanên aborî yên hikûmetê kar û projeyan bigihînin tevaya bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê.”
Amaje jî da: “Em naxwazin bersiva tu kes û aliyekî bidin. Ya ku ji bo me girîng e rehetî û qezenca welatiyan e. Em xizmeta welatiyan dikin. Girîng nîne kesekê ku xwefiroş be an axfiroş be an terorîst be an jî kirêgirtî be çawa difikire. Ew arêşeya wî ye. Ya ku ji bo me girîng e ew ku dayikên şehîdan, malbatên Pêşmergeyan û welatiyên asayî çawa difikirin.”
Herwesa got: “Tiştê ku me kiriye me wekî erk zaniye û ez hêvî dikim ku welatî feydeyî jê werbigirin, lê av û hemî xizmetên ku ji wan re têne pêşkêş kirin zêde bi kar neyînin. Herwesa ez ji hemî welatiyan dixwazim ku, bi me re tevlî baştirkirina û xweşiktirkirina welatê me bibin û jîngehê biparêzin û alîkariya hikûmetê bikin.”