Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêşangeha Regê ya Şêwekarî vekir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Pêşangeha Regê ya Şêwekarî li Keleha Hewlêrê vekir, ku ji hêla Kurdistan Foundationê ve hatiye rêkxistin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 6ê Mijdara 2025ê) li Keleha Hewlêrê Pêşangeha Regê ya Şêwekarî vekir.
Pêşangeha Regê ya Şêwekarî ji hêla Kurdistan Foundationê ve hatiye rêkxistin. Ev pêşangeh bi rêya hunera resen û hevçerx aşnabûna bi nasnameya Kurdî ye.
Mijarên sereke ya pêşangehê rihên çand û dîroka Kurdistanê ne, ku berhemên hunerî îlham ji çand, xweragirî û bîranînan wergirtiye.
Li gorî zanyaran, 21 hunermendên ciwan, ku nûnerîtiya deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dikin, tevlî vê pêşangehê bûne da ku nêrînên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.
Her di wê pêşangehê de, bernameyeka perwerdehiya hunerî bi çavdêriya hunermendê navdar ê Kurd Jîlemo tê lidarxistin, ku rêberîkirin, hevahengî û nirxandina çandî vedigire.
