Mesrûr Barzanî: Me di van salan de 140 hezar derfetên karî li sektora taybet peyda kirine

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di danûstandinekê de bi ciwanan re amaje da: “Divê ciwanên me rehet bin û piştrast bin ku eger ew bixwazin bixebitin, derfetên wekhev dê jê re bên peydakirin.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Li Kurdistanê du rengên karan hene, yên giştî û yên taybetî. Ji sala 2013ê ve, Hikûmeta Iraqê rê nedaye ku xelk li Herêma Kurdistanê bi awayekî herdemî di sektora giştî de bê damezrandin. Ew jî rêgir bûye ku xelk di wê sektorê de bixebite lê di eynî demê de mimkin e ku li sektora taybet derfetên karî ji ciwanên me re bên peydakirin.”

Herwesa got: “Heta niha 140 hezar derfetên karî ji bo ciwanên me di sektora taybet de hatine peydakirin. Projeyên me yên din jî hene wekî Projeya Geşaneweyê, ku alîkariya ciwanên me dike ku bibin xwediyên karên xwe. Em alîkariya ciwanên xwe dikin da ku karên xwe berfirehtir bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareka din a axaftina xwe de amaje da: “Divê me jêrxaneyeka aborî ya durist hebe. Ger ew jêrxane çê bibe, hingê welatî dikarin feydeyî ji xizmetên bankê werbigirin. Ev jî pareka girîng a çêkirina derfetên karî ji bo ciwanan e.”

Tekez jî kir: "Ji aliyekî din ve çêkirina derfetên karî ji bo projeyên hikûmetê vedigere. Li Kurdistanê, me nexwestiye ku tenê girîngiyê bidin petrol û gazê, lê me herwesa girîngî daye sektora çandiniyê jî û herwesa me aborê xwe jî pirreng kiriye."

Ron jî kir: "Ew bernameya ku me dest pê kiriye, xasma jî di sektora çandiniyê de, bûye sedem ku berhemên cotkarên me li nav xwe bê firotin. Ew tenê j îna, belkî me deriyê hinardekirina berhemên navxweyî ji bo derveyî Kurdistanê vekir. Ev jî bû sedem ku gelek kes berê xwe bidin çandiniyê û berhemên xwe pêşve bibin û di vê sektorê de derfetên karî jî zêdetir bibin.”

Mesrûr Barzanî di derheqa sektora geştiyariyê de jî, ku gelek derfetên karî peyda dike, got: "Me gelek alîkariya vê sektorê kiriye û em hîn jî li destpêkê ne. Me gelek bernameyên din jî hene, ku em girîngiyê bidin tevahiya Kurdistanê, ji ber ku her devereka Kurdistanê taybetmendiyên xwe hene.”

Tekez jî kir: “Di kabîneya bê de em dê zêdetir girîngiyê bidin sektora pîşesaziyê, da ku ciwanên me yên ku di wê sektorê de şareza ne bikarin tê de bixebitin, ji aliyekî din ve jî zanist û teknolojiya pêşkeftî ya welatên din bînin Kurdistanê. Ev jî ji bo peydakirina derfetên karî ye û xelkê me dikare feydeyî jê werbigirin.”

Herwesa got: "Di bernameya me de heye ku em ji şîrketên navneteweyî bixwazin ku bên Kurdistanê û hem ciwanên me zêdetir şareza bikin û hî jî derfetên karî jî ji wan re peyda bikin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Heta niha deynekê zêde yê hikûmetê li nik welatiyan e, lê me nexwestiye ku em zextê çê bikin ji ber ku herdem rewşa welatiyan li ber çavên me bûye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: “Hikûmeta federal serederiyeka şaş bi Herêma Kurdistanê re dike, ji ber ku di hikûmeta federal de tiştek bi navê mûçe tune. Divê budceya Herêma Kurdistanê ji budceya giştî bê terxankirin, hingê hikûmet û parlamentoya Kurdistanê dê berpirsiyar bin ka budceyê çawa li Herêma Kurdistanê bi kar bînin, lê niha Wezareta Darayî ya Iraqê desttêwerdanê di hemî karûbarên Herêma Kurdistanê de dike.

Tê nûkirin...

 
 
 
Fly Erbil Advertisment