Hikûmeta Herêmê 25 welatiyên li Lîbyayê girtî, vegerandin Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, 25 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku li Lîbyayê hatibûn girtin, bi hewldanên hikûmetê hatin vegerandin.

Di daxuyaniyekê de ku sibeha îro Înê, 7'ê Mijdara 2025'an, hat weşandin, Fermangeha Medya û Zanyariyê da zanîn ku ew 25 welatî, piştî ku bi awayekî neyasayî hewl dabûn koçber bibin, li welatê Lîbyayê hatibûn girtin. Li ser erka Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêkarên pêwîst ji bo vegera wan hatin girtin û ew gihîştin Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin; piştî ku ew gihîştin axa Herêma Kurdistanê, tîmên Wezareta Navxwe, Fermangeha Têkiliyên Derve, û tîmên bijîşkî û alîkariyê li gel wan bûn. Kontrolên pêwîst ên bijîşkî ji bo wan hatin kirin û piştî ku ji saxlemî û selametiya wan piştrast bûn, hemû ciwanên vegerandî radestî malbatên xwe hatin kirin.

 
Fly Erbil Advertisment