Sozdar Avesta: Me gavên dîrokî avêtin, lê azadiya Ocalan şertê sereke ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Konseya Serokatiya KCKê Sozdar Avesta ragihand, wan di çarçoveya prosesa aştiyê de bi vekişandina gerîlayan "pêngavên dîrokî" avêtine, lê Tirkiye hemberî vê yekê bêbersiv maye. Avesta tekez kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan "mijara esasî" û şertê serkeftina prosesê ye.
Endama Konseya Serokatiya KCKê Sozdar Avesta di beşdariya bernameyeke televîzyonî de, pêngavên dawî yên di prosesa aştiyê de nirxand. Avesta anî ziman ku wan li ser daxwaza Abdullah Ocalan û ji bo pêşîgirtina li provokasyonên ku dikarin prosesê têk bibin, hêzên xwe yên gerîla ji hin deverên Bakurê Kurdistanê vekişandine. Herwiha Avesta ev gav weke "pêngaveke dîrokî ya fedakarane" bi nav kir û got ku wan bi berpirsiyarî erkên xwe bi cih anîne.
Lê belê, Avesta rexne li dewleta Tirk girt ku heta niha ti gavên berbiçav neavêtine û got: "Diviyabû dewletê ji bo entegrasyoneke demokratîk qanûn derxistana û pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke yasayî de pênase bikira."
Sozdar Avesta tekez kir, rojeva wan a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û ev yek weke şertê bingehîn ê serkeftina her pêvajoyekê destnîşan kir. Herwiha got: "Weke Tevgera Azadiyê rojeva me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe, ti pêvajo bi ser nakeve."
Avesta da zanîn ku derfetên ku ji Ocalan re hatine dayîn "pir biçûk in" û got ku pêkanîna "Mafê Hêviyê" û misogerkirina şert û mercên wî yên yasayî ji bo pêşketina prosesê girîngiyeke jiyanî heye.
Derbarê Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, Sozdar Avesta daxuyaniyên rayedarên Tirk bi tundî red kir. Wê gotegotên ku dibêjin endamên PKKê piştî vekişînê tevlî refên HSDê bûne weke "derew" bi nav kir û got: "Yek endamê PKKê jî derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûye û tevlî HSDê nebûye û got ku armanca van gotinan têkbirina çareseriyê ye.
Di heman çarçoveyê de, Avêsta serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a ji bo Iraqê û daxuyaniyên wî weke provokasyon li dijî prosesa aştiyê nirxand. Avesta got, daxwaza Fîdan a ku "bila PKK ji Sûriye, Îran û Iraqê jî derkeve" di rastiyê de ne tenê li dijî PKKê ye, lê tê wateya "bila Kurd derkevin". Wê ev zîhniyet weke astengiya herî mezin a li pêşiya aştî û demokrasiyê li herêmê bi nav kir.
Avesta destnîşan kir ku divê Tirkiye li şûna ku pirsa HSDê bike hincet, ji herêmên ku li Sûriye û Iraqê dagir kirine vekişe.
