Sibe dengdana taybet a hilbijartinên Iraqê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja 9ê Mijdara 2025an, dengdana taybet a ji bo hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê dest pê dike, ku tê de zêdetirî 1 milyon û 340 hezar endamên hêzên ewlehiyê û koçber mafê dengdanê hene. 

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelay îro 8ê Mijdarê ji Kurdistan24ê re ragihand, prosesa dengdana taybet sibê Yekşemê (09.11.2025) di saet 07:00ê sibê de dest pê dike û heta saet 18:00ê êvarê dê berdewam bike.

Xelay diyar kir, di dengdana taybet de 1,313,980 endamên hêzên ewlehiyê û 26,538 koçber mafê dengdanê hene. Ji bo vê prosesê, 809 navend û 4,501 wêstgehên dengdanê ji bo hêzên ewlehiyê, û 27 navend û 97 wêstgehên dengdanê jî ji bo koçberan hatine vekirin.

Berdevka Komîsyonê herwiha da zanîn, hejmara giştî ya kandîdan ji bo hilbijartinan 7,744 kes e, lê heta niha 848 kandîd ji pêşbirkê hatine dûrxistin.

Çend Amarên Girîng li gorî Parêzgehan

Parêzgeha Hewlêrê:

- Hejmara Kursiyan: 16 (4 kota ji bo jinan, 1 ji bo Mesîhiyan)

- Hejmara Kandîdan: 108

- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 1,087,880

Parêzgeha Silêmaniyê:

- Hejmara Kursiyan: 18 (5 kota ji bo jinan)

- Hejmara Kandîdan: 136

- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 1,201,658

Parêzgeha Dihokê:

- Hejmara Kursiyan: 12 (3 kota ji bo jinan, 1 ji bo Mesîhiyan)

- Hejmara Kandîdan: 59

- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 778,846

Parêzgeha Kerkûkê:

- Hejmara Kursiyan: 12 (3 kota ji bo jinan, 1 ji bo Mesîhiyan)

- Hejmara Kandîdan: 251

- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 958,141

Parêzgeha Neynewayê:

- Hejmara Kursiyan: 34 (8 kota ji bo jinan, 7 ji bo pêkhateyan)

- Hejmara Kandîdan: 1,047

- Hejmara Giştî ya Dengdêran: 2,102,429

 

 
 
Fly Erbil Advertisment