Amerîkayê peyameka nû ji Iraqê re şand

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê ragihand ku, Waşinton li ser paşeroja Iraqê geşbîn e. Tekez jî kir ku, divê hemî ji bo wê yekê kar bikin ku ew welat ji milîşatiyê dûr be.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê Mark Savaya îro (Şemî, 8ê Mijdara 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî: "Amerîka paşeroja Iraqê geş dibîne, ji ber xelkê wê yê jêhatî û çalak."

Mark Savaya amaje jî da: "Di salên borî de, Iraqê pêşketineka berçav bi dest xistiye, di demekê de ku ew welat ji bo qonaxeka biryarder a demokrasiyê amadekariyan dike. Werin em hemî bi hev re vê pêşketinê biparêzin."

Tekez jî kir: "Hikûmeta Amerîkayê herdem piştgiriyê dide Iraqê, dema ku ew welat pêngavên xwe ji bo pêşveçûn û xurtbûnê diavêje.” Herwesa got: “Hêviya serxwebûnê, welatekê dûrî milîs û komên çekdar ji bo me hemiyan kêfxweşiyek e."

Daxuyaniyên Savaya tekez dikin ku, divê hêz, kom û milîsên girêdayî Îranê bidawî bibin. Ew jî di demekê de ye ku, gelek ji wan hêsan tevlî hilbijartinan bûne û ji bo wê armancê lîst û hevpeymaniyên taybet jî ava kirine.

 
Fly Erbil Advertisment