Berdevkê Hêzên Zêrevanî: Pêşmerge bi rêkûpêk dengê xwe didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Hêzên Zêrevanî Dîdevan Xurşîd hûrgiliyên beşdarbûna Hêzên Pêşmerge di proseya dengdana taybet de eşkere kir. Xurşîd ragihand prose bi awayekî rêkxistî û li gorî nexşeyeke diyarkirî birêve diçe û da zanîn ku ji bo çareserkirina her pirsgirêkeke teknîkî ya weke penşemorê, tedbîr hatine wergirtin.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Zêrevanî Dîdevan Xurşîd, îro Yekşemê, 9ê Mijdara 2025an, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, proseya dengdanê îro ji saet 07:00ê sibê ve dest pê kiriye û bi awayekî rêkûpêk birêve diçe.
Li gorî Xurşîd, nexşerêyeke taybet ji bo beşdarbûna hemû hêzan hatiye danîn, da ku her yek di dema xwe ya diyarkirî de dengê xwe bide. Xurşîd herwiha got: "Bi vî awayî rê li ber çêbûna qerebalix û pirsgirêkan li navendên dengdanê tê girtin."
Berdevkê Fermandariya Hêzên Zêrevanî tekez kir: "Fermandar û Pêşmerge bi awayekî rêkûpêk beşdarî proseyê dibin, ku ev yek pabendbûna tam a hêzên me nîşan dide. Heta niha prose bi giştî bê pirsgirêk derbas bûye."
Tedbîrên ji bo Pirsgirêkên Teknîkî
Dîdevan Xurşîd amaje bi wê yekê kir ku yek ji pirsgirêkên muhtemel, pirsa naskirina pençemorê (şopa tilîyê) ye. Lêbelê, wî da zanîn ku soz hatiye dayîn ku sîstema "Face ID" (naskirina rû) weke çareseriyeke alîkar ji bo vê pirsgirêkê were bikaranîn û got: "Em hêvîdar in ku ti pirsgirêkên bi vî rengî dernekevin."
Rewşa Giştî ya Dengdana Taybet
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê îro saet 07:00ê sibê dest pê kir û zêdetirî 1.3 milyon endamên hêzên ewlehiyê ligel zêdetirî 26 hezar koçberan li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê diçin ser sindoqan.
Li seranserê Iraqê 809 navendên dengdanê hatine diyarkirin û biryar e prose heta saet 18:00ê êvarê berdewam bike. Li gorî Komîsyonê, dem nayê dirêjkirin û sindoq dê bi awayekî elektronîk werin girtin. Dengdana giştî jî dê roja Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an, birêve biçe.
