Wezîrê Derve yê Amerîkayê nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê re şand

Marco Rubio û Nêçîrvan Barzanî
Marco Rubio û Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nameyeka Wezîrê Derve yê Amerîkayê gihîşt Serokê Herêma Kurdistanê, ku tê de pesnê rola wî di vekirina boriya petrolê ya navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da.

Nameyeka Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) gihîşt Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di nameya xwe de pesnê rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vekirina boriya petrolê ya navbera Iraq û Tirkiyeyê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da û herwesa pêşwaziya wê pêngavê jî kir.

Marco Rubio di pareka din a wê nameyê de rêz û hurmet ji bo rola berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî di hêsankirina diyaloga di navbera Tirkiye û PKKê de û bizavên wî yên ji bo parastina aramî û tenahiyê li Sûriyeyê diyar kirin.

Navbirî hevpariya berdewam a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de wekî bingeheka tenahî û pêşveçûnê dibîne.

Wî her li ser vê yekê ji Nêçîrvan Barzanî re nivîsiye: “Serkirdetî û hevpariya we ya avaker canê berpirsiyarî û zanatiyê berçav dike, ku dibin sedema xurtkirina aştî û alîkariyê.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di dawiya nameya xwe de silav û rêz û spasî ji bo hevpeymaniya berdewam a herdu aliyan diyar kirin û pesnê bizavên Nêçîrvan Barzanî ji bo hevparî û yekrêziyê daye, herwesa tekez kiriye ku xurtkirina alîkariya aborî ya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de dê berjewendiyên wan ên hevpar xurt bike.

 
Fly Erbil Advertisment