Rewangeha Sûriyeyî: Bi sedan malbatên Iraqî û Sûriyeyî ji Kampa Holê derkeftine

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di Cotmeha borî de, 292 malbatên Iraqî û Sûriyeyî ji Kampa Hollê ya li Rojavayê Kurdistanê derkeftine. Ev jî di çarçoveya bernameyeka Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de çê bûye.

Li gorî wê raportê, bi hevahengiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navneteweyî, ev bername armanc dike ku qerebalixiyê kêm bike û şert û mercên mirovî yên li kampan baştir bike, û herwesa malbatên çekdarên DAIŞê bide destê welatên wan.

Her li gorî wê raportê, karwanê herî mezin 249 malbatên Iraqî bûn, ku hejmara wan digihîje nêzîkî 840 kesan. Ev malbat, bi hevahengiya Parlementoya Iraqê, di bin parastina ewlehiyê ya tund a hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de, ji bo Kampa Cedheyê ya li parêzgeha Neynawayê hatine veguhastin.

Her di wê demê de, gelek karwanên din ên malbatên awareyên Sûriyeyî ji kampan derketine û vegeriyane warên xwe. Wekî çûna 43 malbatan (188 kes) ber bi Heleb, Laziqiye û Derayê ve, herwesa vegera 28 malbatên din (133 kes) ji Kampa Mehmûdiyeyê ber bi deverên Dêrazor, Hums û Hemayê ve.

Ji aliyekê din ve jî wekî pareka van bizavan, li gorî belgeya fermî ya ku di navbera herdu aliyan de hatiye îmzekirin, Rêveberiya Xweser pênc jin û 12 zarokên girêdayî malbatên DAIŞê dane destê şandeyeka fermî ya welatê Afrîkaya Başûr.

 
Fly Erbil Advertisment