Çar berbijarên kotayan zêdetirîn deng di dengdana taybet de birine
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî dawî encamên berahiyê yên nefermî yên dengdana taybet a Parlamentoyê li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê, çar berbijarên kotayan zêdetirîn deng birine.
Yek ji wan berbijarên kotayan ku di dengdana taybet de zêdetirîn deng birine Êzidî ye û yên din jî Xiristiyan in.
Berbijarên kotayan ên ku zêdetirîn deng birine
- Îmad Yohena Yaqu 9.844 deng
- Xalid Sîdo Izêr Xalidî 3.256 deng
- Kildo Remzî Awixna 1.4346 deng
- Samî Oşane Gorgîs 15.218 deng
Dengdana taybet ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê duhî (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê sibehê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam bû.
Dengdana giştî jî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê sibe (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê tê kirin û tê de, 20 milyon û 404 hezar û 291 kesan mafê dengdanê heye.
Dengdêr dê li 8 hezar û 703 bingehên dengdanê û 39 hezar û 285 westgehan dengê xwe bidin, herwesa zêdetirî 7 hezar û 743 berbijaran pêşbirkê li ser bidestxistina 329 kursiyên Parlementoya Iraqê dikin.
