Serok Barzanî dengê xwe da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî, di çarçoveya dengdana giştî ya ji bo Parlamentoya Iraqê de, li navendeke dengdanê li Pîrmamê, li sînorê parêzgeha Hewlêrê, dengê xwe da.

Proseya dengdana giştî ya ji bo hilbijartina endamên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê, îro Sêşemê (11.11.2025) saet 07:00ê sibê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêr mafê dengdanê hene, ku ji vê hejmarê zêdetirî 2 milyon û 800 hezar dengdêr li Herêma Kurdistanê ne.