Şaxewan Ebdullah: Her dengek li Kerkûkê bi qasî şerê DAIŞê xwedî bandor e
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê bang li Kerkûkiyan kir, ji bo parastina "dengê Kurdî" vegerin bajarê xwe. Tekez kir jî, bi guhertina yasaya hilbijartinê, hejmara nûnerên Kurd dikare bigihîje 100 kesî.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah îro 11ê Mijdarê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku îro ji bo Kerkûkiyan rojeke gelekî girîng e û pêşbirka li bajêr heta astekê "neteweyî" ye.
Şaxewan Ebdullah got: "Divê Kurd parêzvaniyê li mafên xwe bikin. Ji ber vê yekê peyama min ji bo Kerkûkiyan ew e ku tevî astengî û dûriya rê, vegerin bajarê xwe da ku parastina dengê Kurd bikin, ji ber ku ji bo me girîng e ku Kurd hevsengiyê li vî bajarî biparêzin."
Herwiha girîngiya dengdanê bi awayekî tund anî ziman û got: "Her dengek ku li vir tê dayîn, xwedî heman bandorê ye weke ku mirov di şerê li dijî DAIŞê de ji bo vî bajarî şer kiribe. Ez hêvîdar im ku Kurd îro komek nûnerên baş ji bo xwe hilbijêrin da ku li Parlamentoya Iraqê berevaniyê li wan bikin."
"Bi Yek Bazneyê Dê 100 Nûnerên Me Hebin"
Cîgirê Serokê Parlamentoyê amaje bi wê yekê kir ku Serok Barzanî gelek caran gotiye ku ew ê careke din bi vê yasaya hilbijartinê beşdar nebin û tekez kir ku armanca wan a sereke di parlamentoya bê de guhertina yasayê ye.
Ebdullah got: "Bi salan e em hewl didin ku yasa bibe yek bazneya hilbijartinê, ji ber ku yasaya heyî bûye sedem ku li hin bajaran hejmara dengên Kurdan kêm bibe. Gelek girîng e ku guherîn di yasayê de were kirin, ji ber ku wê demê asta û rêjeya rastîn a Kurdan di Parlamentoya Iraqê de dê diyar bibe. Ez di wê baweriyê de me ku eger yasa bibe yek bazne, dê Kurd 100 nûneran di parlamentoyê de bi dest bixin."
Îro li seranserê parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê proseya dengdana giştî ji bo hilbijartina endamên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê birêve diçe. Li gorî amarên Komîsyona Hilbijartinan, zêdetirî 20 milyon dengdêr mafê dengdanê hene, ku ji vê hejmarê zêdetirî 2 milyon û 800 hezar li Herêma Kurdistanê ne. Navendên dengdanê heta saet 18:00ê êvarê vekirî ne.
