Li nahiyeyên girêdayî Helebçe û Pencwînê dengên PDKê zêde bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li çend nahiyeyên girêdayî parêzgehên Helebçe û Pencwînê bi rêjeyeka berçav dengên xwe zêde kirine û li hin ji wan nahiyeyan li rêza yekê tê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Helebçeyê Asan Mihemed îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) got: “Rêjeya tevlîbûna di dengdanê de li parêzgeha Helebçeyê 63% bû û li gorî amarên nefermî, dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi rengekê berçav zêde bûne, xasma jî li nahiyeyên Nalparêz û Biyareyê.

Asan Mihemed eşkere jî kir: “Li nahiyeya Nalparêzê ya qezaya Pencwînê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 429 dengan rêza yekê bi dest xistiye, piştî wê jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 404 dengan tê.

Navbirî amaje jî da: “Li nahiyeya Biyareyê, ku rêjeya tevlîbûna di dengdanê de 70% bû, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 339 deng birine, rêjeya tevlîbûnê li nahiyeya Xurmalê 63% û li nahiyeya Sîrwanê jî 62% bû.”

Li parêzgeha Helebçeyê, 65 hezar kesan mafê dengdanê hebû, ku li ser heft bingehên dengdanê hatibûn parvekirin û heta niha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hezar û 200 deng misoger kirine.

Pêvajoya dengdana giştî ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê serê sibehê li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam bû.

Li gorî amar û tomarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêran mafê dengdanê hebû, ku zêdetirî du milyon û 800 hezar dengdêran li Herêma Kurdistanê bûn.