Mesrûr Barzanî: Spas bo Xudê dengên PDKê ji yek milyonê derbas bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di peyamekê de spasiya Xudayê mezin û gelê Kurdistanê kir, ku dengên PDKê gihîştin zêdetirî yek milyon dengan.

Ev jî peyama Mesrûr Barzanî ye:

Spas ji Xudayê mezin re û bi helwest û xwesteka welatiyên xebatkar ên Kurdistanê û endamên PDKê, dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji yek milyon dengan derbaz bûn û dê di encamên dawiyê de zêdetir jî bibin.

Ez pîrozbahiyê li Serok û Rêberê gelê me Cenabê Serok Barzanî dikim.

Ez pîrozbahiyê li birayê xwe yê rêzdar û xweşevî kekê Nêçîrvan dikim ku qebxwaziya yek milyonê ragihandibû.

Ez spasî û destxweşiyan pêşkêşî hemî serkirdetî, endam û alîgirên PDKê dikim.

Ez pîrozbahiyê li hemî gelê Kurdistanê dikim.

Ev serkeftina mezin li pêvajoya demokrasî û hemî gelê Iraqê pîroz be.

Em dê li ser xizmeta hemî Kurdistaniyan û welatê xwe bi germ û gureka zêdetir berdewam bin.

Ber bi welatekî tenatir û avedantir.

 

Mesrûr Barzan

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê