Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ji ber bidestxistina zêdetirî yek milyon dengan di gera şeşê ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike û soza xwe ji wî re tekez dike.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) peyameka pîrozbahiyê weşand.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe da got: “Ji ber serkeftina mezin û dîrokî ya partiya me di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, ez ji kûrahiya dilê xwe bi germî pîrozbahiyê li Serok Barzanî, malbatên şehîdan, endam û alîgirên partiya me û gelê dilsoz ê Kurdistanê dikim.”

Cîgirê Serokê PDKê herwesa got: "Ev serkeftin serkeftina tevahiya Kurdistan û Iraqê ye û ji bo me hemiyan çavkaniya şahî û serbilindiyê ye."

Nêçîrvan Barzanî herwesa spasî, destxweşî, rêz û hurmetên bêdawî pêşkêşî hemî wan kesên dilsoz kirin ên ku erk û zehmet kêşa, westiyan û herî zêde bi camêrî xebitîn heta ku dengên PDKê gihandin zêdetirî yek milyonê û PDK kir partiya yekê.

Cîgirê Serokê PDKê eşkere jî kir: "Dilsozên PDKê qebxwaziya me bi ser xist û partiya xwe xurttir kir, da ku dengê wê li Bexdayê wêrektir be û bikare baştir ji bo bicihanîna destûrê û baştir çespandina federalîzmê bixebite."

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir: “Em soza xwe ji bo rêber û mezinê me Serok Barzanî tekez dikin ku em dê wekî her car di bin rêberî û fermanên wî de xizmeta gel û welatê xwe bikin û em dê bibin parêzerên mafên hemî pêkhateyên Kurdistan û Iraqê, em dê kar bikin ji bo ku Iraq bibe welatê hemiyan û em hemî bi hev re paşerojeka geştir ji bo Kurdistan û Iraqê peyda bikin.”

Pêvajoya dengdana giştî ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê serê sibehê li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat destpêkirin û heta saet 06:00 ê êvarê berdewam bû.

Li gorî amar û tomarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêran mafê dengdanê hebû, ku zêdetirî du milyon û 800 hezar dengdêran li Herêma Kurdistanê bûn.