NY: Divê hikûmeta Iraqê di dema xwe de û li gorî daxwaza gel bê pêkanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, Antonio Guterres, piştî birêveçûna hilbijartinên parlamentoya Iraqê, pîrozbahî li gelê Iraqê kir û di heman demê de tekezî li ser girîngiya avakirina hikûmeteke nû di dema xwe de kir ku nûnertiya daxwazên gel bike.

Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres îro 12ê Mijdarê daxuyaniyek belav kir û tê de pîrozbahî li gel û hikûmeta Iraqê kir ji bo birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên xula şeşemîn a parlamentoyê.

Guterres di daxuyaniyê de bal kişand ser qonaxa piştî hilbijartinê û got: "Pêwîst e hikûmeteke di dema xwe de were avakirin ku nîşaneya vîn û daxwazên gelê Iraqê be."

Herwiha baweriya xwe anî ziman ku aliyên siyasî yên Iraqê dê bi giyaneke aştiyane û bi rêzgirtin li pêvajoya hilbijartinê tevbigerin heta ku encamên fermî werin aşkerekirin.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku prosesa dengdana giştî (11ê Mijdarê) û dengdana taybet (9ê Mijdarê) ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê bi dawî bûye. Li gorî amarên destpêkê, rêjeya beşdariyê di dengdana giştî de nêzîkî 54.5% bû.

Tê payîn ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro êvarê saet 18:00 encamên berahî yên fermî yên hilbijartinê ragihîne.