Serok Barzanî: Hêvîdar im ev hilbijartin Iraqê bixe ser rêya rast
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li gelê Kurdistanê û Iraqê kir û spasiya hêzên ewlehiyê û alîgirên partiya xwe kir ji bo birêveçûna aram a proseyê.
Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Mijdarê, bi boneya birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên parlamentoya Iraqê, pîrozbahî li welatiyên Kurdistanê û tevahiya Iraqê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: "Bi boneya serkeftina proseya hilbijartinên Encumena Nûneran a Iraqê, ez pîrozbahiyê li welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê û tevahiya Iraqê dikim. Herwiha, ez pîrozbahiyê li malbatên şehîdan ên serbilind, Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û beşên civaka Kurdistanê dikim."
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got: "Ez bi pêwîst dizanim spasiya serkirdatî, endam, kadir û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikim, herwiha spasiya dezgehên ewlehiyê û hemû aliyên pêwendîdar dikim ku bi westan û şevnênceniya xwe, jîngeheke aram ji bo birêveçûna prosesa hilbijartinê afirandin."
Di dawiya peyamê de, Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku "ev hilbijartin û encamên wê bibin sedem ku Iraq bikeve ser rêya xwe ya rast."
Ev peyama Serok Barzanî di demekê de tê ku prosesa dengdana giştî (11ê Mijdarê) û ya taybet (9ê Mijdarê) bi dawî bûye. Li gorî amarên destpêkê, PDKê bi wergirtina zêdetirî yek milyon û 80 hezar dengan, li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê serkeftineke berçav tomar kiriye.
Tê payîn ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê îro danê êvarê encamên destpêkê bi awayekî fermî ragihîne.
