Kadroyekî Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat a Kurdistanê li Silêmaniyê hate revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat a Kurdistanê (YXDLDK) ragihand, kadroyekî wan bi navê Amanc Ebdullah, şeva borî li bajarê Silêmaniyê ji aliyê hêzeke ku xwe weke "Asayîşa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)" daye nasîn, hatiye revandin û çarenivîsa wî nediyar e.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ku ji aliyê Sekreteriya YXDLDKê ve hatiye belavkirin, Amanc Ebdullah şeva borî saet di 12:20 de, dema ku vedigeriya mala xwe ya li taxa Bekreco ya Silêmaniyê, hatiye revandin.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye tekezkirin ku ev revandin "bêyî biryara dadgehê" pêk hatiye.
YXDLDK, hêzên ewlehiyê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji ewlehiya canê kadroyê xwe berpirsiyar dibîne û daxwaz dike ku "di zûtirîn dem de" çarenivîsa Amanc Ebdullah were eşkerekirin û ew were azadkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hişyarî hatiye dayîn ku eger daxwazên wan neyên cîbicîkirin, ew ê "hemû rêkarên medenî û tiştên pêwîst" bigirin ber çavan.
