Komisyon encamên destpêkê yên dengdanê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, encamên destpêkê yên her du dengdanên giştî û taybet ragihandin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro 12ê Mijdarê di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê, encamên destpêkê yên her du pêvajoyên dengdana giştî û taybet eşkere kirin.

Her li gor zanyariyên komîsyonê, rêjeya beşdariyê di her du dengdanên giştî û taybet de ji bo hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê, %56.11 bû.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Omer Ehmed di konferansê de got: "Pêvajoya dengdanê bi awayekî pir baş û serkeftî hate birêvebirin."

Da zanîn jî, di tevahiya her du rojên dengdanên giştî û taybet de ti pirsgirêk di amûrên dengdanê de dernekrtin. Herwiha, piştî bidawîhatina pêvajoyê, daneyên hemû westgehan bi awayekî elektronîkî ji bo nivîsgeha neteweyî ya komîsyonê hatin vegerandin.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, herwiha got: "Cudakirina destî û elektronîkî ya dengan li seranserê hemû westgehan bi awayekî %100 li hev hatin."

Tê nûkirin..

 
 
Fly Erbil Advertisment