Komisyon: PDK li Dihokê yekem e

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, encamên destpêkê yên hilbijartinên giştî û taybet ragihand. Li parêzgeha Dihokê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 413 hezar û 698 deng bi dest xistiye.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê diyar kir, rêjeya beşdariya welatiyan li Dihokê %77.47 bûye, û herwiha hejmara kesên ku deng dane 623 hezar û 852 dengdêr bûye.

Amarkên encamên destpêkê li Dihokê bi vî awayî ne:

- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK): 413 hezar û 698 deng

- Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK): 2 hezar û 423 deng

- Helwêst: 18 hezar û 314 deng

- Nifşê Nû: 14 hezar û 671 deng

- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 72 hezar û 959 deng

- Komela Dadgerî: Hizar û 419 deng

- Bereya Gel: 2 hezar û 778 deng

- Hizba Sosyal Demokrata Kurdistanê: 295 deng

Duh Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an, dengdana giştî ji bo hilbijartinên xula şeşemîn a Encûmena Nûneran a Iraqê hatibû kirin. Li gor encamên destpêkê, Partiya Demokrata Kurdistanê karîbû li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê dengên herî zêde bi dest bixe.

 
Fly Erbil Advertisment