Tom Barrack: HSD dê bibe beşek ji saziyên leşkerî û aborî yên Sûriyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê hûrgiliyên serdana dîrokî ya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bo Koşka Spî eşkere kir û ragihand, çarçoveyeke sêalî ya Amerîka-Tirkiye-Sûriye ji bo entegrasyona HSDê û aramiya herêmê hatiye danîn.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê Tom Barrack, serdana Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bo Koşka Spî weke "xaleke werçerxanê" di dîroka Rojhilata Navîn de binav kir û îro 13ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, Sûriye bi awayekî fermî ji "çavkaniya terorê" vediguhere "hevkarê li dijî terorê" û ji bo piştgiriya vê pêvajoyê, banga rakirina tam a Yasaya Qeyser kir.
Barrack diyar kir, ew şahidê pabendiya Serok Şera li hemberî Serok Trump bûye, ku tê de Sûriye tevlîbûna xwe bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihandiye. Herwiha got: "Ev çarçoveyeke dîrokî ye ku Sûriyeyê ji çavkaniya terorê vediguherîne hevkarê li dijî terorê."
Barrack da zanîn jî, Şam dê ji niha û pê ve bi awayekî çalak alîkariya rûbirûbûna bermahiyên DAIŞ, Pasdarên Şoreşa Îranê, Hemas û Hizbullahê bike.
Çarçoveya Sêalî ya Amerîka, Tirkiye û Sûriyeyê
Nûnerê Amerîkayê herwiha behsa civîneke sêalî ya girîng di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî de kir. Di vê civînê de nexşerêya qonaxa nû hatiye danîn, ku van xalên sereke li xwe digire:
- Tevlîbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo nav saziyên nû yên aborî, berevanî û sivîl ên Sûriyeyê.
- Ji nû ve pênasekirina têkiliyên Tirkiye-Sûriye-Îsraîl.
- Xurtkirina lihevkirina ku piştgiriyê dide agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de.
Banga Rakirina Yasaya Qeyser
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Barrack tekez kir ku "pêngava li pêş" ji bo dayîna derfeteke rasteqîn ji Sûriyeyê re, rakirina tam a Yasaya Qeyser e û got: "Em bang li Kongressê dikin û handan didin ku vê pêngava dîrokî bavêje, da ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê karibe motora xwe ya aborî ji nû ve bixebitîne û gelê Sûriyeyê û cîranên wê yên herêmî ne tenê bijîn, lê belê geş bibin."
Nûnerê Amerîkayê destnîşan kir jî, ev pêşketin nîşana serkêşiya Serok Trump e. Li gorî wî, ev serkêşî siyaseta "ewlehî pêşî, paşê geşbûn" datîne û derfetê dide welatên herêmê ku li şûna fermanên Rojava, çareseriyên xwe bi xwe bibînin.
