PDK-T serkeftina PDKê pîroz dike: Ev nîşana hêz û gihîştina siyasî ya gelê Kurd e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) bi peyamekê, serkeftina mezin a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de pîroz kir û ev yek weke piştrastkirina îradeya azad a gel bi nav kir.
Serokê Giştî yê PDK-Tê Mehmet Emîn Kardaş îro 13ê Mijdarê di peyamekê de, ragihand: "Me bi kêfxweşî û serbilindiyeke mezin pêşwazî li serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir, ku di hilbijartinên li Iraqê de zêdetirî milyonek deng wergirtiye. Ev serkeftin nîşaneke bihêz a îradeya demokratîk û gihîştina siyasî ya PDKê û gelê Kurd e."
Kardaş di peyama xwe de bi awayekî taybet pîrozbahî li "partiya bira" PDKê û bi taybetî li Serok Mesûd Barzanî, Cîgirên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, herwiha li hemû berpirs û endamên ku di vê serkeftinê de rol lîstine, kir.
Di peyamê de hevgirtin û piştgiriya PDK-Tê ji bo doza rewa ya gelê Kurd re hat dubarekirin û hat gotin: "Em hevgirtin û piştgiriya xwe ya berdewam bi her gaveke ku di yekitî, aştî û biratiyê de ber bi doza rewa ya gelê Kurd ve tê avêtin, piştrast dikin."
Peyama Serokê Giştî yê PDK-Tê bi hêviya serkeftinên mayînde ji bo PDKê û tevahiya gelê Kurd bidawî bû û bi dirûşmeyên "Bijî îradeya gelê me" û "Bijî Kurd û Kurdistan!" hat xemilandin.
