Kovara navdar a cîhanê: Hewlêr yek ji baştirîn cihên geştiyariyê yên Asyayê ye ji bo 2026an
Navenda Nûçeyan (K24) – Kovara navdar a cîhanî ya geştiyariyê ‘Condé Nast Traveler’ lîsteya xwe ya baştirîn cihên Asyayê ji bo geşta di sala 2026an de belav kir. Di lîsteyê de, Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistanê, weke yek ji cihên geştiyariyê yên herî balkêş ên parzemînê hatiye destnîşankirin.
Kovara navdar a geştiyariyê "Condé Nast Traveler" di lîsteya xwe ya salane de Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistanê, weke yek ji cihên herî balkêş ên Asyayê ji bo serdanê di sala 2026an de destnîşan kir.
Li gorî raporê, Asya xezîneyeke tijî bedewiyên cihêreng e, ji bircên herî bilind heta kolanên dîrokî, ji xwarinên luks ên di bin serpereştiya şefên navdar de heta mêvanperweriya li lûtkeyên çiya û giran. Lîsteya ku ji aliyê tora nivîskarên kovarê ve li seranserê parzemînê hatiye amadekirin, vê cihêrengiya bêhempa nîşan dide.
Hewlêr: Xezîneyeke Dîrokî
Kovarê di beşeke taybet de behsa Hewlêrê kiriye û diyar kiriye ku dibe geştyar li sedemekê bigerin da ku careke din serdana cihên mezin û naskirî bikin, weke bajarê Odaypûr ê Hindistanê ku bi otêlên xwe yên nû dîmenekî balkêş çêkiriye. Lê kovar tekez dike: "Ji bo kesên ku li cihên nû û nedîtî digerin, sala 2026an dê bibe sala serdana Hewlêrê."
Di raporê de hatiye gotin: "Hewlêr, paytexta Kurdistana Iraqê, ku bi Keleha xwe ya 6 hezar salî tê naskirin, dîroka xwe ya dewlemend diparêze û di heman demê de hewl dide ji bo paşerojeke tijî aştî. Ev yek nîşaneke zelal e ji bo nirxê bilind ê dîrokî û çandî yê bajêr, ligel vîna ji bo geşepêdan û derketina ji bin sîbera rabirdûyê."
