Amerîka sîstemeke leşkerî ya bêtêl bi nirxê 100 milyon dolarî difiroşe Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, Wezareta Derve ya welatê wan razîbûna xwe li ser firotina "Sîstema Dubareker a Seranserî Welat" (Country Wide Repeater System) ji Iraqê re nîşan daye. Ev sîstem ji bo başkirina pêwendiyên leşkerî yên bêtêl tê bikaranîn.

Ajansa Hevkariya Ewlehiya Berevaniyê (DSCA) di daxuyaniyekê de diyar kir, nirxê vê peymanê digihîje 100 milyon dolarî. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev firotina pêşniyarkirî, dê şiyanên fermandarî û kontrolê yên Iraqê baştir bike û berevaniya wê ya li hemberî gefên herêmî, parastina sînorên wê, jêrxaneya enerjiyê û xelkê wê bihêztir bike. Di heman demê de, ew ê berjewendiyên ewlehiyê yên Amerîkayê jî biparêze."

Li gorî daxuyaniyê, Iraqê ji bo piştgirîkirina sîstemê daxwaza kirîna gelek teknolojiyên weke "Xalên Gihîştina Radyoyê (RAP)" û sîstemên dubarekirina radyoyê kiribû. Ajansê herwiha anî ziman ku Iraq dê di wergirtin û bicihanîna van amûran di nav hêzên xwe yên çekdar de ti pirsgirêkê nejî.

Ji bo cîbicîkirina vê peymanê, dê du nûnerên hikûmeta Amerîkayê û pênc nûnerên peymankarên Amerîkî ji bo dema pênc salan li Iraqê bimînin da ku piştgiriyê bidin birêvebirina bernameyê, şêwirmendiya endezyariyê pêşkêş bikin û rahênanên navxweyî bidin.

Repeater (Dubareker) Çi ye?

Amûra "Repeater" ango "dubareker", pêlên radyoyê werdigire, wan bihêz dike û paşê li ser herêmeke gelek berfirehtir ji nû ve belav dike. Dema ku ev amûr li seranserî welatekî bi hev ve tên girêdan, ew toreke ragihandinê ya seranserî ava dikin ku pêwendiyeke ewle û bihêz misoger dike.

 
Fly Erbil Advertisment