Piştî hejmartina dengên 7 westgehên paşxistî, dawî encamên hilbijartinan tên ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku, piştî hejmartina dengên 7 westgehên paşxistî, encamên dawiyê yên hilbijartinan dê îro bên ragihandin.

Serokê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Merwan Mihemed îro (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: “Dengên heft westgehên dengdanê yên bazineya Hewlêrê ji ber pirsgirêkên teknîkî nehatibûn hejmartin, lê niha hatine hejmartin û encamên wan gihîştine Bexdayê û tê çaverêkirin ku encamên fermî îro bên ragihandin.”

Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê li roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) yanî du rojan şûnda li hemî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.

 
Fly Erbil Advertisment