Deriyê Navneteweyî yê Zêtê tê daxistin

Deriyê Navneteweyî yê Zêtê
Deriyê Navneteweyî yê Zêtê

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Ragihandin û Têkiliyan a Deriyê Navneteweyî yê Zêtê ragihand ku, ew derî ji ber çêbûna pirsgirêkeka teknîkî li aliyê Deriyê Derecîkê yê Tirkiyeyê ji bo demeka nediyar tê daxistin.

Nivîsîngeha Ragihandin û Têkiliyan a Deriyê Navneteweyî yê Zêtê îro (Duşem, 17ê Mijdara 2025ê) ragihand: “Ji ber çêbûna pirsgirêkeka teknîkî, em welatî û geştyarên xweşevî haydar dikin ku Deriyê Navneteweyî yê Zêt - Derecîkê tê daxistin.”

Wê ragihandinê amaje jî daye: "Em ji welatiyên ku niyet heye îro di deriyê me re derbaz bibin dixwazin ku rêyê nebirin ji ber ku dema vekirina vî derî nayê zanîn."

Nivîsîngeha navbirî eşkere jî kiriye: “Sedema daxistina vî derî rûdana pirsgirêkeka teknîkî ji bo sîstema deriyê Derecîkê li aliyê Tirkiyeyê ye. Heke ne, li aliyê Zêtê tu pirsgirêk nînin. Herwesa bizavên çareserkirina wê pirsgirêkê berdewam in.”

Deriyê Navneteweyî yê Zêtê herwesa ragihand: "Her dema ku ew pirsgirêk hat çareserkirin, em dê we li ser vekirina vî derî haydar bikin."

 
Fly Erbil Advertisment