Komîsyon: PDK li Neynewayê yekem e
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, îro 17ê Mijdarê encamên dawî yên hilbijartina Encûmena Nûneran eşkere kirin. Encaman dengdana taybet a 9ê Mijdarê û ya giştî ya 11ê Mijdarê li xwe digirin.
Serokê Komîsyonê Dadwer Omer Ehmed di daxuyaniyekê de ragihand, pêvajoya hilbijartinê li gorî standardên navdewletî birêve çûye û da zanîn ku deriyê îtirazê ji bo aliyên siyasî vekiriye.
Ehmed herwiha pîrozbahî li berbijêrên serketî kir û got: "Em hêvîdar in ku ji bo Iraqê xweşguzeraniyê pêk bînin."
Encamên li Kerkûk
Li parêzgeha Neynewayê, lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi hejmara 275an bû yekem û pênc kursî bi dest xistin. Berbijêrên PDKê yên ku li Nînovayê bi ser ketine ev in:
- Nûr Xalid Şakir: 24,117 deng
- Selal Elî Xelef: 10,426 deng
- Şêrwan Mihemed Xidir Rojbeyanî: 9,434 deng
- Şêrwan Cemal Xidir Dûberdanî: 9,237 deng
- Îxlas Sebah Xidir Dilêmî: 6,922 deng
Tê nûkirin..
