Mesrûr Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê civiyan û li ser rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlementoyê û bizav û nîqaşên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal axiftin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan re civiya.
Herdu alî di wê civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlementoyê û bizav û nîqaşên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal axiftin.
Her di wê civînê de herdu alî hevnerîn bûn ku hikûmeteka xizmetkar bê avakirin, tenahiya siyasî li Iraqê bê dabînkirin û mafên hemî pêkhateyan jî bên parastin.
Di pareka din a wê civînê de, girîngiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de ji bo bicîhanîna destûrê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê hat tekez kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê herwesa pêdivîtî û girîngiya avakirina Encûmena Federal tekez kir, ji bo parastina hevsengî û mafên herêm û parêzgehên.
