Sûdanî li ser mûçe û budceyên Kurdistanê piştrastiyê dide Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Iraqê re civiya û herdu aliyan di pareka din a nîqaşên wê civînê de tekez li ser girîngiya dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herdu aliyan serkeftina pêvajoya hilbijartinên Parlementoya Iraqê û encamên wê li hev pîroz kirin û xwest ku, bibe sedema destpêkirina serdemeka nû ji bo tenahiya rewşa Iraqê û baştirbûna rewşa xizmetên giştî li Iraqê.

Wekî ku di wê ragihandinê de hatiye, herdu aliyan di pareka din a nîqaşên wê civînê de tekez li ser girîngiya dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.

Wê ragihandinê eşekre jî kiriye ku, Serokwezîrê Iraqê di vî warî de tekez kir ku mûçeyên Herêma Kurdistanê ji bo îsal dê li gorî peymanan bên dan û ji bo budceya sala bê jî, Herêma Kurdistanê dê para xwe ya budceyê di çarçoveya budceya giştî ya federal de hebe.

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî tê lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî tevlî vê korbendê bûne.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn e, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.

 
Fly Erbil Advertisment