Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê berdewam bizav kiriye li deverê faktora tenahiyê be

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşemê, 18ê Mijdara 2025ê) tevlî paneleka Korbenda MEPSê bû û tê de got, "Me berdewam bizav kiriye ku em li deverê faktora aramî û ewlehiyê bin.” Herwesa got: “Me hemî bizav jî kirine ku em nebin pareka wan arêşeyan ên ku li deverê qewimîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, siyaseta Herêma Kurdistanê her tim ew bûye ku li deverê ji bo aramî û ewlehiyê faktorek be û dê li ser wê siyasetê bimîne jî.

Nêçîrvan Barzanî herwesa got: "Em li wê bawerê ne ku ew pirsgirêkên li deverê hene, pêdivîtî bi fikirîneka durist heye ku bên çareserkirin, ji ber ku şer ji bilî wêrankirinê tiştekî din nayîne. Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin."

Herwesa got: "Em kêfxweş in ku niha pêşengiyek heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, bi taybetî li Xezzeyê. Duhî jî biryara Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî li ser vê mijarê biryareka girîng bû. Em hêvî dikin ku ew bigihîje encamê.”

Li ser rola Amerîkayê li Rojhilata Navîn jî got: “Amerîka hêzeka mezin a cîhanê ye û dikare roleka pir girîng û cidî li Rojhilata Navîn û deverê bilîze.”

Nêçîrvan Barzanî behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û amaje da ku, ew dixwazin pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî aştiyane û bi diyalogê bên çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya gotinên xwe de careka din tekez kir ku, Herêma Kurdistanê kariye îspat bike ku li deverê faktora ewlehiyê ye.

Li ser aliyên Kurdî jî got: "Divê hêzên Kurd bi hev re biçin Bexdayê û li wê derê hevgirtî bin û pêkve mafên gelê Herêma Kurdistanê biparêzin."

Herwesa got: "Divê em hemî li ser xalekê li hev bikin ku em bizanin di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye. Di çarçoveya berjewendiya Herêma Kurdistanê de, pir girîng e ku hêzên Kurdî di zûtirîn dem de bi hev re biçin Bexdayê û dest bi danûstandinan bikin."

Her li ser hevgirtina aliyên Kurdî li Bexdayê amaje da: "Me gelek caran gotiye ku divê em li Bexdayê bihêz bin. Bihêzbûna Kurdan li Bexdayê hem ji bo Iraqê û hem jî ji bo Herêma Kurdistanê garantî ye."

Li ser dirûşma vê carê ya PDKê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê ron kir: "Dirûşma me ya vê carê ji bo ew bû ku divê Iraq destûrê bi cîh bîne. Ev daxwaza me ya sereke bû û herwesa ev divê daxwaza hemî hêzên Kurdî be."

Tê nûkirin…

 
 
 
Fly Erbil Advertisment