Mesrûr Barzanî: PDK li Iraqê partiya yekê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di roja yekê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê de, sererastkirinek li ser encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji bo panelîstan kir û tekez kir ku, PDK li ser asta Iraqê partiya yekê ye.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) di çarçoveya panelên Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê de bersiva wan aliyan da ên ku amajeyê didin ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêza duyê ya siyasî ya Iraqê ye.

Mesrûr Barzanî got: "Ez dixwazim sererastkirinekê ji bo wê mijarê bikim a ku di vê panelê de hat pêşkêşkirin. We behs kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) niha hejmar du ye. Bi rastî, me ji yek mîlyon û sed hezar dengan zêdetir bi dest xistine, ji ber vê yekê em partiya yekê ne."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir: “Tiştê din jî ev e ku wekî partî em li rêza yekê ne. Hevahengî hene ku, çend hezar dengên wan ji yên me zêdetir in, lê wekî partî em li rêza yekê ne.”

Ev daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezkirin bû ku, li gorî hejmara dengên ku di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de hatine bidestxistin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêza yekê ya siyasî ya Iraqê ye.

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî tê lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî tevlî vê korbendê bûne.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn e, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment