PDK: Destwerdana di encamên hilbijartinan de bi tu rengan nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) eşkere kir ku, bizavek ji bo destwerdana di encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê de heye. Tekez jî kir ku, destwerdan û guhertina encamên hilbijartinan bi giştî û yên kotayan bi taybetî bi tu rengan nayê qebûlkirin.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) di ragihandinekê de amaje da ku, pêvajoya hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê di keşûhewayekê demokratîk, azad, birêkûpêk û şefaf de bi rê ve çû.

Di ragihandina Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hatiye gotin ku, lîst û qewareyên siyasî û berbijarên kotayan li gorî qanûnên berkar û rênimayan tevlî hilbijartinan bûne.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) eşkere jî kir ku, bizavek ji bo destwerdana di encamên hilbijartinan de heye, bi taybetî jî yên kotayan û guhertina encaman.

Çavkaniya navbirî tekez jî kir: “Ji bo me wekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi tu rengan destwerdan û guhertina encamên hilbijartinan bi giştî û yên kotayan bi taybetî nayê qebûlkirin û em wê wekî xêta sor dihesibînin.”

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amaje jî da: “Heke destwerdan û guhertin di encamên ragihandî yên Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê de bên kirin, me dê helwesteka siyasî ya cidî hebe.”

 
Fly Erbil Advertisment