Elî Teter: Korbenda MEPSê ji bo Dihokê destkefteke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê Elî Teter ragihand, Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Dihokê (MEPS) ji bo parêzgeha Dihokê destkefteke mezin e û navê bajêr xistiye rojeva navneteweyî. Teter da zanîn ku ew şanaziyê bi mêhvandariya hejmareke ewqas zêde ya kesayetiyên payebilind dikin.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter ji Kurdistan24ê re ragihand: " Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Dihokê, ku weke MEPS tê naskirin û ev şeş sal in li Dihokê birêve diçe, destkefteke mezin e ji bo bajêr û çavên hemû Rojhilata Navîn aniye ser Dihokê." 

Herwiha got jî: "Em weke parêzgeha Dihokê şanaziyê dikin ku bajarê me bûye navenda civîna hejmareke ewqas zêde ya kesayetiyên siyasî, akademîsyen û kesayetiyên bi bandor ên ji navendên siyasî, ewlehî û stratejîk ên cîhanê." Teter destnîşan kir ku vê korbendê navê Dihokê li seranserê Rojhilata Navîn kiriye navekî diyar.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Parêzgarê Dihokê tekez kir ku "hemû tawanên kîmyabaran, jenosîd û tawanên din ên li dijî neteweya me, pilangêrî bûn ji bo berjewendiyên hin dewletên herêmê."

Teter herwiha got: "Tenê bi cîbicîkirina destûrê û wan prensîpên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de pêşkêş kirine, em dikarin bi riya diyalogê kêşeyên xwe yên hilawîstî çareser bikin."

Korbenda MEPSê roja 18ê Mijdara 2025an, li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê - Dihok dest pê kir û dê 3 rojan berdewam bike. Di korbendê de Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û gelek kesayetiyên payebilind ên herêmî û navdewletî beşdar in.

 
Fly Erbil Advertisment