Mesrûr Barzanî: Pêdivîtiya Sûriyeyê bi hikûmeteka tevgir heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, Sûriye welatekê pir netewe û pir ol e û divê hikûmeteka tevgir hebe. Herwesa got: "Divê Sûriyeyê destûrek hebe ku mafên hemiyan biparêze."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) di hevdîtineka taybet de li kêleka Korbenda MEPSê got: “Sûriye welatekê cuda ye û pêkhateyên gelek cuda tê de hene.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Sûriye welatekê pir netewe û pir ol e, divê hikûmeteka tevgir hebe û herwesa divê destûrek hebe ku mafên hemiyan biparêze û garantiyê bide hemî aliyan ku ew hemî welatiyên wî welatî ne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, sepandina fikrekê ji aliyê neteweyekê ve tu demekê aştî û tenahiyê li pey xwe nayîne. Hêvî jî kir ku, destûreka nû ji bo Sûriyeyê bê nivîsandin, ku nêrînên hemî neteweyan tê de hebin, da ku her kes hîs bike ku ew welatê wî ye û tu kesek nayê paşguhkirin.
Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Ji bo hikûmeta Sûriyeyê karekê gelek jîrane û hekîmane ye, heke diyalogeka tevgir bi hemî aliyan re dest pê bike û fikrekê çê bike, lê fikra partiyekê tenê nesepîne ji ber ku ew kar serkeftî nabe.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi mêvankirina herdu aliyên Kurd; 'HSD û ENKS' li Korbenda MEPSê anî ziman.
Wî wiha domand: "Ev korbend ji bo wê yekê ye ku em tenê naaxivin, lê me kiryar jî hene, herwesa em dixwazin aştiyê bi rêya kiryaran bi dest bixin."
Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: “Ger her kes bizavê bike ku bi vî rengî bifikire, yanî ne tenê gotin lê kiryar jî hebin, ez difikirim ku ev nihêniya serkeftinê ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareka din a gotinên xwe de tekez jî kir: "Divê çavê me gelek li gelê me be, li ser berjewendiyên neteweyî û welatî, ne tenê berjewendiyên kesî û partî.”
Herwesa got: “Dema ku me rêz li hev girt û me bawerî bi pêkvejiyanê hebû, wê demê em hemî dikarin bi hev re xurttir bibin û bihêztir ava bikin, herwesa guhertina herî mezin jî divê li pêşiyê ji hundur ve bê kirin.”
Mesrûr Barzanî di dawiya axaftina xwe de ji her kesî re serkeftin xwest û tekez kir: “Kurdistan li ser rêya rast e û em ber bi pêş ve diçin û tu kesek nikare me rawestîne.”
