Mesrûr Barzanî: Kurdistan li ser rêya rast e û kes nikare me rawestîne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) di hevdîtineka taybet de di çarçoveya Korbenda MEPSê ya Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê de bersiva hin pirsyaran wê da. Ew panel bi zimanê Ingilîzî bû, ku ji aliyê pêşkêşkar Amîna Bekir ve hat birêvebirina.

Ev jî naveroka danûstandinên wan e:

Pêşkêşker:

Ev cara yekê ye ku ez têm Herêma Kurdistanê. Ez dikarim bibêjim ku cara min a dawiyê nabe, lê bîranîneka pir xweşik e ku birêvebiriyeka pir baş tê de heye, hikûmeteke baş di warê aştî û ewlehiyê de li devereka pirî pirsgirêk. Ev şiyana te îspat dike, û ev itîrafa her kesî ye ku tu desthilatdariyeke pir baş li deverê dikî. Di eynî demê de, em dizanin ku tu pêşveçûnek li deverê ne hêsan e û gelek qebxwazî hene. pirsyara min ev e; ezmûna we di parvekirina desthilatdariyê li gel Bexdayê de çawa ye?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Ger desthilatdarî wekî xwe hatiban parvekirin, bê guman her ji destpêkê ve pirsgirêk çê nedibûn. Ji ber vê yekê, di mijara parvekirina desthilatdariyan de, em bizavê dikin ku têkiliyên xwe bi hikûmeta Bexdayê re li ser bingeha destûrê ji nû ve rêk bixin û baş bikin. Destûrê jî bi zelalî eşkere kiriye ku ev têkiliyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de divê çawa bin. Ev pirsgirêkên ku te behs kirin hîn jî tevlihev in ji ber ku divê her yek ji wan pirsgirêkan li gorî madeyeke destûrê hatibam çareserkirin. Bo nimûne, deverên arêşe li ser hîn jî yek ji qebxwazî û arêşeyên sereke yên di navbera Hewler û Bexdayê de ne. Mijara enerjiyê, ku arêşeyeke din e, ku ew jî qebxwaziyeke din e, diviyabû berî demeke dirêj û piştî nivîsîn û pejirandina destûrê, qanûna petrol û gazê heba, lê hikûmeta Bexdayê hîn jî xwe dispêre qanûneke kevn ku ji hikûmet û rejîma berê jê re maye ku ji bo niha û pergala federal ne guncayî ye. Herwesa mijara budceyê mijareke din e ku divê li gorî destûrê bê çareserkirin. Wekî devere û herêmeke federal û destûrî, hikûmeta Iraqê maf nîne ku destwerdanê bike û biçe nav hûrguliyên mijara aborî li Herêma Kurdistanê de ka Kurdistan çi dike û çawa bi rê ve dibe.

Ji destpêkê ve we behsa hikûmeta baş û birêveberîya baş kir. Dema ku mirov xwe ji bo armanca xwe terxan dike û li gelê xwe dinêre, ew dibin armanca mirovî ya sereke. Ew ew kes in ku divê mirov xizmeta wan bike. Hingê êdî hêsan dibe û birêvebirina û desthilatdariyeka baş hêsan dibe.

Pêşkêşker:

Ev pirsyareke din li pey xwe tîne. Encam di dema hilbijartinan de pir baş bûn. Sedem çi bû? Gelo hikûmeta baş û bihêz sedem bû?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Ez difikirim ku di vê gera hilbijartinan de xelkî dengê xwe da xizmetkariyan. Partiya min her gav xwestiye ku xizmeta gelê Kurdistanê, doza Kurdistanê û hemî Kurdistaniyan bike, ne tenê Kurdan, xizmeta hemiyan kiriye. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hemî kesên ku li Kurdistanê dijîn sîwanek bûye.

Çend sedem hene, yek ji wan şoreşa dûr û dirêj a PDKê ye ku bi armancên xwe re rastgo bûye, herwesa pêkvejiyan û baweriya xelkî bi paşxaneya cuda û netewe û olên cuda ku baweriyeka temam bi PDKê heye ji ber serkirdetiya wê. Mijareke din jî xizmetkarî ne ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serokwezîrê wê ecêndaya PDK bi cih tînin. Min li vê derê (di vê korbendê de) panelek hebû, min behsa reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xizmetên heyî kir, elektrîka 24 saetî û dîjîtalkirina sîstema bankê û dezgehên darayî û bankan, avakirina jêrxaneyê, rêyan, veberhênana di perwerdeyê de, li sektora tenduristiya, dabînkirina zêdetir xizmetkariyan, rakirina rotînê û wesa li xelkî bikî ku gelek mirtahtir bin ku karûbarên xwe yên rojane bi rê ve bibin, lewma ev têkiliya ku hikûmetê kariye çê bike û ew baweriya ku bi xelkê xwe re çê kiriye û ew baweriya di navbera xelkî û hikûmetê de, rastgobûna bi wê ecênda û soza ku te bi xwe bi xelkî daye, li dawiyê xelk fêm dike ku em me tenê soz nedane, belkî me bi cih jî anîne.

Pêşkêşker:

Ev bandora wê ye, bandor li ser gel heye, ji ber vê yekê wan deng daye. Ez dixwazim li ser hilbijartinên Iraqê biaxivim. Me duhî guh da Serokwezîrê Iraqê. Nirxandina we ji bo hilbijartinên Iraqê çi ye? gelo hûn difikirin ku encam û pêvajo dê alîkar bin ku aramiya siyasî bi cih bînin?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Berî her tiştî, ez difikirim ku hilbijartin serketî bûn û serkeftineke mezin bû ji bo tevahiya Iraqê. Ew pêvajo serketî bû, lê pirsgirêkeke mezin bi qanûna hilbijartinan re heye. Qanûna hilbijartinan ne dadperwerane ye. Her çend encam hatine ragihandin û em hemî dizanin ku me çend kursî bi dest xistine jî, hemî encam li Kurdistanê pir baş bûn, li hemî deverên din ên Iraqê jî dibêjin ku rêjeya tevlîbûna xelkî geelk bû, lê qanûna hilbijartinan ne dadperwerane ye. Ez dê mînakekê bidim we. Duhî min şîroveyek ji Xanim Amberin Zaman re kir. Wê got ku PDK hejmar du ye. me got: Nexêr, PDK hejmar yek e. Me zêdetir ji yek milyon û 111 hezar dengan bi dest xistine. PDK li hemî Iraqê partiya herî mezin e. Hevpeymanî hene, ku çend partî bi hev re ne, hin dengên wan ji yên me zêdetir in, lê heke em li hejmara kursiyên me binêrin ên ku me birine û em wan rûbirû bikin, bi wan dengan re guncayî nîne yên ku me anîne, hempa nînin û wekhev nînin. Ji bo ku ez ji te rontir bikim, ji yek mîlyon û sed hezar dengan zêdetir, 27 kursî gihîştine me. Lê Dewleta Qanûnê, ku nêzî 400 hezar dengên wan ji yên me kêmtir in, lê 29 kursî bi dest xistine. Sadîqûn heye, ku 608 hezar deng bi dest xistine, lê mîna me 27 kursî bi dest xistine, lewma ez dikarim bibêjim ku dadperwerî di vê gera hilbijartinan û qanûna wê de nebû û nekarî wan kursiyan ji me re dabîn bike yên ku me dixwestin û deng jê re bi me hatine dan. Em hêvîdar in ku ji bo hilbijartinên bê, ew qanûn bê guhertin û bi dadperwerî û Wekhevî serederî bi hemî aliyan re bê kirin.

Pêşkêşker:

Li sala 2021ê, PDK bi Çarçoveya Hevahengiyê re, piştî vekişîna Muqteda Sedir, wekî hevpeymaniyeke nû pêk hat. niha ger bipirsim, gelo hûn piştgiriyê didin kê?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Em rêzê li hemî berbijaran digirin, mesele ne kesî ye, belkî li ser mijara têkiliya destûrî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye. Di hilbijartinên berê de, em li ser wê yekê diaxivîn ku divê hikûmet çawa be, hikûmet çawa bê avakirin û paşeroja welatî çawa be. Vê carê jî, em li ser ecêndayê disekinin û şertê me, heke ez jê re bibêjim şert, bicîhanîna sozan û destûrê ye. Her aliyekê bixwaze bi me re hevpar be û em bibin parek ji hikûmetê, şertê me zelal e. Em dixwazin destûr bi tevahî bê bicîhanîn, bêyî ku hin ji wan hilbijêrin û yên din paşguh bikin. Bila em reşbîn nebin, bila em geşbîn bin, ku hêvî bikin ku em bigihîjin armancên xwe.

Pêşkêşker:

Divê serpişkiya di navbera Bexda û Hewlêrê de çi be? We behsa destûrê kir ku divê destûr bê bicîhanîn, lê gelo hûn difikirin ku hûn di çi de cûda ne û di çi de wekhev in?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Divê hikûmeta gel be, divê aramî û ewlehî hebe, divê aştî hebe, divê serweriya qanûnê hebe. Em nikarin bi welatekî re berdewam bin, ku her tim binpêkirin li beranberî me bên kirin û rêz li me neyê girtin. Ez difikirim ku daxwaz û pêdivîtiya herî mezin ji bo welatî destûr bi xwe nîne, destûr bi xwe heye lê mekanîzmên bicîhanîna wê destûrê nînin. Tu kesên ku destûrê binpê dikin wekî berpirsiyar neyê zanîn. Em dixwazin piştrast bikin ku ew dezgehên ku hene, her kesê ku destûr binpê kir, berpirsiyar bizane û hesabpirsîn pê re bê kirin. Ez difikirim ku ev xala destpêkê ye ku em ber bi pêş ve biçin û em dixwazin her ew jî bê kirin.

Pêşkêşker:

Birêz Serokwezîr, hûn dikarin eşkere bikin ka çima avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê ewqas dirêj kişand? Kengî hikûmet dê were avakirin û çi astengî li pêşiya proseyê hene?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Mixabin, ez dikarim bibêjim ku piştî salekê ji hilbijartinan, me hîn jî li Kurdistanê hikûmet ava nekiriye. Ez di wê baweriyê de me ku her kes şahidiyê dike ku xwesteka me, hem ya partiya min û hem jî ya min ew bû ku em tavilê piştî hilbijartinan hikûmetê ava bikin, lê divê hikûmeteke berfireh be. Me ligel hemû wan partiyên ku di hilbijartinan de bi ser ketibûn axivî, her çend kursiyên wan kêm bûbin jî, me xwest ku ew beşdarî hikûmetê bibin. Hin ji wan partiyan xwestin bibin opozîsyon, ew azad in û em rêzê li bijardeya wan digirin.

Lê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku niha jî di hikûmetê de beşdar e, me hêvî dikir ku em gelek zûtir bi wan re hikûmetê ava bikin, lê mixabin nehat kirin. Di destpêkê de tişt baş dimeşiyan, tîmeke me ya danûstandinan a gelekî jêhatî hebû ku ajandaya hikûmetê jî pê re bû, lê dema mijar hat ser postan, wê demê YNKê daxwaza hin postan kir. Lê divê rêz li encamên hilbijartinê were girtin. Bila ez bi zelalî bibêjim, eger tu rêzê li encamên hilbijartinê negirî, ma çima hilbijartinan dikî?

Partiya Demokrat a Kurdistanê gelek nermî nîşan da û gelekî bi comerdî bû; ji para wan a hilbijartinê gelek zêdetir post da YNKê. Lê wan hîn jî israr dikir û zêdetir dixwestin. Serkirdetiya me got ku em êdî nikarin ji vê zêdetir nermiyê nîşan bidin. Dîsa jî wan nexwest hikûmet were avakirin. Diyar bû ku wan nexwest heta hilbijartinên Iraqê bi dawî bibin hikûmet were avakirin. Dibe ku wan nirxandineke şaş ji bo PDKê kiribe û digotin dê PDK di hilbijartinên Iraqê de lawaz bibe û wê demê ew ê ji pozîsyoneke bihêztir danûstandinan bikin. Sedem çi dibe bila bibe, divê ew bi xwe eşkere bikin.

Lê divê ez wê xalê jî zelal bikim ku me gotibû, eger berî hilbijartinên Iraqê hikûmet neyê avakirin, piştî hilbijartinan merc û rewş dê cuda bin. Îro, piştî hilbijartinên Iraqê, bêguman rewş guheriye û em ê danûstandinan li ser bingeha vê qonaxa nû ji nû ve dest pê bikin.

Pêşkêşker:

Pêşbîniya we ji bo dema wê çi ye? Kengî dê were avakirin?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bêguman, ez dixwazim di zûtirîn dem de hikûmet were avakirin. Me berê jî dixwest heta dawiya îsal were avakirin, lê em ê bibînin ka dê çawa bibe.

Pêşkêşker:

Ez dixwazim biçim ser mijara sektora enerjiyê, boriyên neftê û ji nû ve hinardekirina wê. Gelo ev lihevkirina heyî demkî ye an cihgir e?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Na, ne saxlem û ne jî berdewam e, belkî lihevkirineke demkî ye. Çareseriya yekcarî û bingehîn ew e ku li Iraqê yasaya neft û gazê hebe. Heta ku ew yasa dernekeve, her lihevkirinek dê demkî be. Ez hêvîdar im ku Bexda fêm kiribe ku bi rawestandina nefta Herêma Kurdistanê, em hemû zerermend bûn. Iraqê bi milyaran dolar zirar kir, lê Kurdistanê gelek zêdetir zirar dît û em nehatin qerebûkirin. Ti kes ji rawestandina boriyê serketî derneket. Li gorî nêrîna min, rawestandina boriyê biryareke siyasî bû. Ez hêvîdar im ku Bexda niha fêm kiribe ku rêya herî baş ew e ku rêzê li vê lihevkirina demkî bigire heta ku yasaya neft û gazê were derxistin.

Pêşkêşker:

Gelo ev yek ji bo we cihê nîgeraniyê ye? Hûn nîgeran in ku Bexda careke din hinardekirinê rawestîne?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Belê, cihê nîgeraniyê ye, ji ber ku ti sedem tinebû ku hinardekirina nefta me rawestînin, lê wan kir. Baş e, çi rêgirî heye ku careke din rawestînin? Ji ber vê yekê ez nîgeran im û hêvîdar im karekî wisa nekin û fêm kiribin ku bi hinardekirina neftê ji Kurdistanê, pereyeke zêdetir tê nav welat. Ew pere rasterast nayê cem me, diçe xezîneya hikûmeta federal. Tevî ku dahata me ya neftî û neneyftî diçe cem wan, lê hîn jî dayîna mûçeyan dereng dixin. Ez hêvîdar im Bexda fêm kiribe ku ti dahateke me ya din a neftê nîne û hemû li cem wan e.

Pêşkêşker:

Dibe ku pirsgirêkek din hebe ku Iraq endamê OPECê ye. Pirsa min ew e, gelo ti zextek heye ku berhemanîna neftê li Herêma Kurdistanê were sînordarkirin?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Ev yek di rabirdûyê de weke hincet dihat bikaranîn. OPEC li tevahiya Iraqê weke yek dinêre. Eger em li rêjeya nifûsa Kurdistanê binêrin, li gorî serjimêriya dawî ya hikûmeta federal a sala borî, em %14 in, lê bila em bêjin %12.6 in. Kurdistan dikare %12.6ê ji tevahiya pênc milyon bermîlên neftê berhem bîne, ku dike nêzîkî 600 heta 700 hezar bermîl. Lê Kurdistanê tenê nêzîkî 350 hezar bermîl berhem aniye. Yanî me ti carî ji para xwe zêdetir berhem neaniye. Lê hêsan e ku her dem Kurd weke xelet were dîtin. Eger em bi hejmaran biaxivin, na, Kurdistanê qet ji rêjeya xwe zêdetir neft berhem neaniye.

Pêşkêşker:

Em behsa şiyana Herêma Kurdistanê bikin. Hin pirsgirêkên ewlehiyê hebûn ku bûn cihê nîgeraniya veberhêneran. Vê yekê çiqas bandor kir û pêşbîniya we çi ye ku hinardekirin vegere asta xwe?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Du sedem ji bo kêmbûna berhemanînê hebûn. Ya yekem biryareke siyasî bû li Bexdayê. Hin kompaniyan bîrên xwe rawestandin. Ji neh zeviyan, pênc bi temamî hatine rawestandin. Dema ku tu wan ji nû ve dixebitînî, dem divê. Sedemeke din jî mijara êrîşên dronan bû li ser çend zeviyên neftê. Mixabin em dizanin kî ne û çi kom in. Me ligel hikûmeta Bexdayê axivî, hinek ji wan hatin girtin, lê paşê nehatin cezakirin. Ev yek ji bo veberhênerên biyanî cihê nîgeraniyê bû. Ez hêvîdar im ku Bexda û civaka navdewletî rê nedin van êrîşên terorîstî yên ku armanca wan tirsandin û hedefgirtina binesaziya sivîl e.

Pêşkêşker:

Ez dixwazim werim ser mijara neft û gazê. Duh me guh da birêz Sûdanî ku got armanca Iraqê ew e ku êdî gazê ji derve û Îranê neyne. Gelo çi bûye sedema derengketina wê yekê ku hûn gazê bidin Iraqê?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bila ez bi zelalî ji we re bibêjim, li gorî nêrîna min, Iraq di veberhênana li sektora gazê de dereng ketiye. Me li vir demeke baş e dest pê kiriye û zeviyên me yên pir baş hene. Peymanên ku şîrketên neft û gazê dikin, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ne. Her çend mijar birin dadgehê jî, sê caran dadgehê biryar da ku Kurdistan li ser heq e û peyman yasayî ne. Heta ku ev peyman hebin, Kurdistan biryarê dide ku dê çi ji berhemên gaz û neftê bike.

Kurdistanê hîn jî pêwîstiya xwe bi gazê heye ji bo kareba û karûbarên rojane. Me herwiha hinek ji vê gazê ji bo herêmên din ên Iraqê jî bi kar aniye û me kiriye kareba û daye wan. Santralên li Kurdistanê bi sedan megawat kareba berhem tînin û em vê karebayê didin herêmên din ên Iraqê.

Pêşkêşker:

Gelo ev yek pêwîstî bi lihevkirina li ser nirxê heye?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bêguman, ev gotûbêj hîn jî di navbera Wezareta Karebayê ya Herêmê û hikûmeta federal de berdewam in. Bêguman, daxistin (discount) ji bo Bexdayê hatiye kirin.

Pêşkêşker:

Çiqas daxistin hatiye kirin?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bawer bike ez hejmarê bi hûrgilî nizanim, loma ez naxwazim bibêjim, lê daxistin hatiye kirin û ji ya ku ji Îranê tînin erzantir e.

Pêşkêşker:

Di Kabîneya Nehem de, we di sektorên cuda de pêşketinên baş bidest xistin. Destpêşxerî û pêşengiyên we ji bo hikûmeta dahatû çi ne?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Hin projeyên ku me dest pê kirine, hîn bi dawî nebûne û em ê wan temam bikin. Mijara dîjîtalkirina xizmetguzariyan, aborî, darayî û saziyan dê di kabîneya dahatû de jî berdewam be. Pêngava me ya dahatû cîbicîkirina projeya e-psule ye. Ev proje derfetê dide her takekesî ku ji mala xwe fatûreyên xwe bide. Lê ji bo vê, divê hesabekî te yê bankê hebe. Me projeya "Hejmara Min" daniye da ku ji bo her welatiyekî vî welatî hesabekî bankê were vekirin.

Mijara bacê; ez dixwazim tiştekî zelal bikim, me ti carî bac li ser kesî nesepandiye. Ev karê parlamentoyê ye. Em tenê wan biryar û yasayên ku parlamentoyê pesend kirine, cîbicî dikin. Eger tu dixwazî pêşketî bî, divê tu bibî welatiyekî pabend.

Pêşkêşker:

Tevî pêşketina pîşesaziyê, hîn jî bêkarî heye. Plana we çi ye ji bo vekirina derfetên kar ji bo ciwanan?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Du çavkaniyên kar hene: hikûmet û sektora taybet. Mixabin, ji sala 2013an ve heta niha, bi biryareke siyasî, Bexdayê rê nedaye ku Kurdistan yek kesî jî damezrîne. Hemû yên ku hatine wergirtin, bi girêbest in. Divê weke fermanberên herêmên din ên Iraqê serederê bi fermanberên Herêma Kurdistanê re jî were kirin. Nabe ku piştî 12 salan, em nikaribin yek fermanberî jî damezrînin.

Di heman demê de, pêwîstiya me bi veberhênana li sektora taybet heye. Ez dixwazim gelek spasiya sektora taybet a Kurdistanê bikim. Hemû ev projeyên ku li Kurdistanê hatine kirin, karê sektora taybet e. Ji bo vekirina derfetên kar, divê em sektora taybet xurttir bikin.

Tiştê ku divê were guhertin, yasaya teqawidiyê ye. Divê em heman yasaya teqawidiyê ji bo sektora taybet jî deynin, da ku ewên ku di sektora taybet de kar dikin, bikaribin mûçeyê teqawidiya xwe werbigirin.

Me projeyeke bi navê "Geşanewe" (Pêşketin) heye. Di vê projeyê de, hikûmet piştgiriya ciwanan dike, da ku ji bankan deynan werbigirin û karê xwe ava bikin. Me ezmûna piştgiriya 25 karsaziyên ciwanan kiriye ku gelekî serketî bûn. Em ê di piştgiriya ciwanan de bi riya van bernameyan berdewam bin.

Pêşkêşker:

We behsa sektora taybet kir. Hûn çawa hevsengiyê di navbera handana veberhênanê û parastina mafê karkeran de çêdikin?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi yasa. Yasa ji bo hemûyan e û dikare vê pêwendiyê rêk bixe. Hikûmet dixwaze hem mafê veberhêneran û hem jî mafê wan kesên ku ji bo sektora taybet kar dikin, biparêze.

Pêşkêşker:

Birêz Serokwezîr, mijareke gelekî girîng ku li vir hat axaftin, Sûriye bû. Niha diyalog di navbera HSD û Şamê de heye, lê wisa dixuye ku danûstandin rawestiyane. Ez dixwazim nêrîna we zanim; sedema rawestandina van gotûbêjan çi ye û nêrîna we ji bo herdu aliyan, Sûriye û birêz Mezlûm Ebdî çi ye?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Sûriye welatekî cuda ye, em nikarin tiştan li ser wan ferz bikin û bêjin çi bikin û çi nekin. Ew xwedî kesên jêhatî ne û dizanin ka çi sîstem ji bo wan baş e. Lê li gorî nêrîna min, welatekî weke Sûriyeyê ku pêkhateyên gelekî cuda yên olî û neteweyî tê de hene, divê hikûmeteke wan a berfireh hebe. Divê destûreke wan hebe ku mafên hemûyan biparêze û garantî bide her aliyekî ku ew hemû welatiyên wî welatî ne. Ferzkirina bîrdozekê ji aliyê neteweyekê ve, ti carî aştî û aramiyê bi xwe re nayîne.

Ji ber vê yekê ez hêvîdar im ku destûrekê binivîsin ku tê de guh li her kesî were girtin û nêrîna her kesî bi girîngî were wergirtin, da ku her kes hest bike ku ew welat yê wî ye û tu kes neyê paşguhkirin. Em dizanin ku Kurd li bakur hene, Elewî li peravên rojava hene, Durzî li başûr hene, û gelek Sunne li naverasta wî welatî hene. Ji bo hikûmeta Sûriyeyê tiştekî gelekî jîrane ye ku diyalogeke berfireh bi hemû aliyan re dest pê bike û bîrdoza yek aliyekî ferz neke. Ev yek biser nakeve û biser neketiye.

Prensîpek heye ku gelekî girîng e; divê xelk zanibe ku em hev temam dikin, em dikarin bi hev re zêdetir ava bikin. Bi salan e li vê herêma Rojhilata Navîn xwestine ku em pêşbirka hev bikin. Binêrin çi bi serê me hatiye. Werin em alîkariya hev bikin û hev temam bikin, ka em bibînin dê çi bibe. Ez di wê baweriyê de me ku ev şîreta herî baş e ji bo hevalên me yên li Sûriyeyê.

Pêşkêşker:

Ez di wê baweriyê de me ku em gihiştin dawiya gotûbêja xwe. Ez dixwazim gotin û peyama we ya dawî zanibim û hûn dixwazin paşeroja Kurdistanê çawa be?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Berî ku ez bigihîjim bersiva pirsa dawî, bila ez tiştekî li ser Sûriyeyê zêde bikim. Ez gelekî kêfxweş bûm ku îro me mêhvandariya herdu aliyên Kurd, HSD û ENKSê kir. Ev korbend ji bo vê yekê ye. Em ne tenê diaxivin, lê belê kiryarên me jî hene. Em dixwazin aştiyê bi riya kiryaran pêk bînin. Ez di wê baweriyê de me ku eger her kes hewl bide bi vî awayî kar bike, ev xala sereke û sira serkeftinê ye.

Ji bo bersiva pirsa we ya dawî, ez di wê baweriyê de me ku pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em zêdetir bala xwe bidin xelkê xwe û berjewendiyên neteweyî û niştimanî, ne berjewendiyên şexsî û partîtî. Dema ku me rêz li hev girt, li her neteweyekê û her olekê girt, baweriya me bi pêkvejiyanê hebû, baweriya me bi wê yekê hebû ku em hemû dikarin bi hev re bihêztir bin.

Guhertina yekem divê ji hişmendiyê dest pê bike. Dema ku bawerî ji bo te çêbû, wê demê tu dê rêyekê jî bibînî ku wê pêk bînî. Lê ez di wê baweriyê de me ku guhertina herî mezin divê ji hundir ve çêbibe. Kurdistan li ser rêyeke rast e û em ber bi pêş ve diçin û tu kes nikare me rawestîne.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment