Trump: Li ser daxwaza Bin Selman, em ê şerê li Sûdanê rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, li ser daxwaza Mîrê Cîgir ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman, ew ê ji bo çareserkirina qeyrana Sûdanê destwerdanê bike. Ji aliyê xwe ve, Sûdanê jî pêşwazî li hewlên Siûdî û Amerîkayê ji bo bidestxistina aştiyê kir.

Di lûtkeya Siûdî-Amerîkayê de, ku Donald Trump û Mihemed bin Selman tê de amade bûn, Serokê Amerîkayê got: "Bin Selman behsa Sûdanê kir û got: 'Tu behsa gelek şeran dikî, lê cihek li ser rûyê erdê bi navê Sûdan heye û tiştên ku li wir diqewimin, tirsnak in'." Trump da zanîn ku nîv saet piştî vê daxwazê, rêveberiya wî dest bi lêkolîna li ser vê pirsê kiriye.

Trump li ser heman mijarê li ser platforma "Truth Social" nivîsî: "Hovîtiyeke mezin li Sûdanê tê kirin, ew bûye cihê herî tundûtûj ê ser rûyê erdê. Herwiha qeyrana mirovî ya herî mezin tê de heye û pêwîstiyeke mezin bi xwarin, derman û her tiştî heye."

Herwiha got ku serkirdeyên Ereb, bi taybetî Mihemed bin Selman, daxwaz jê kirine ku desthilata xwe bikar bîne, da ku demildest dawî li van aloziyan bîne.

Da zanîn jî: "Em ligel Erebistana Siûdî, Îmarat, Misir û hevkarên din ên Rojhilata Navîn kar dikin, da ku dawî li van hovîtiyan bînin û di heman demê de aramiyê ji Sûdanê re vegerînin."

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Payebilind ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Erebî û Afrîkî Mes'ed Bolis ragihand, Amerîka pabendî çareserkirina kêşeyên Sûdanê ye û got: "Bi aştî û aramiyê, gelê Sûdanê dikare vegere ser desthilata medenî."

Serokê Encûmena Serweriya Sûdanê Ebdulfetah Burhan jî spasiya Mîrê Cîgir ê Siûdî û Serokê Amerîkayê kir ji bo van hewldanan.

Şerê Sûdanê di 15ê Nîsana 2023an de di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de derketibû. Di encamê de, bi dehhezaran kes hatin kuştin û birîndar bûn û zêdetirî heşt milyon kes jî li hundir û derveyî welat koçber bûn.

 
Fly Erbil Advertisment