Kurdistan24 dema ragihandina encamên dawiyê yê hilbijartinan eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara îtîrazên li dijî encamên berahiyê yên gera şeşê ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê gihîştiye 400 îtîrazan û biryar e ku piştî yekalîkirina îtîrazan, encamên dawiyê yên hilbijartinan di destpêka meha bê de bên ragihandin.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelayî îro (Pêncşem, 20ê Mijdara 2025ê) ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Li gorî qanûna hilbijartinan, sê rojan piştî ragihandina encamên berahiyê, deriyê îtîrazê li ser encaman tê vekirin û divê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan piştî bidawîbûna dema îtîrazê rapora xwe di nav heft rojan de amade bike. Di dû re divê Desteya Dadwerên Hilbijartinan encamên dawiyê bi kêmtir ji 10 rojan bipejirîne û ragihîne.”

Dawiya dewama asayî ya îro (Pêncşem, 20ê Mijdara 2025ê) jivanê dawiyê yê pêşkêşkirina îtîrazan ji bo aliyên ku goman an jî gilî li ser pêvajoya hilbijartinan hebûbin, ku li gorî gotina Cumane Xelayî, komîsyonê heta saet 12ê nîvroya îro 400 îtîraz wergirtine.

Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê li roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) yanî du rojan şûnda li hemî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li roja 17ê Mijdara 2025ê encamên berahiyê yên hilbijartinên Parlementoa Iraqê ragihandin.

 
Fly Erbil Advertisment