Diyadîn Firat: Biryara çûna Îmraliyê hat dayîn, divê CHP jî berpirsyariyê hilgire
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Diyadîn Firat ragihand, Komîsyona Proseya Aştiyê bi 32 dengên "erê" biryar daye ku şandeyek serdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Îmraliyê bike. Firat tekez kir ku tevî nakokiyên navxweyî jî, CHP neçar e beşdarî vê proseyê bibe.
Diyadîn Firat ji K24ê re diyar kir, di dengdanê de 32 endaman dengê erê dane û got: "Biryar hat girtin. AK Partî, MHP û DEM Partî li hev kirin ku ji her partiyekê kesek beşdarî şandeyê bibe û biçin Girava Îmraliyê."
Firat destnîşan kir, dîroka serdanê dê di nav çend rojên bê de diyar bibe û got: "Ev prose di sala 2024an de bi silavdayîna Dewlet Bahçelî ya li Parlamentoyê dest pê kir. Kurd dibêjin 'av diherike û riya xwe dibîne'. Di vê mijarê de êdî dengên nerazî an partiyên marjînal nikarin bandoreke mezin bikin. Prose li ser diyalektîkekê dimeşe û dê bigihîje encamê."
Derbarê helwesta CHPê û derketina nûnerê wan ji civînê de, Firat wiha axivî: "Di nav CHPê de frakisyonên cuda hene hene ku nerazîbûna xwe nîşan didin. Lêbelê CHP divê vê mîsyonê bi cih bîne. CHP neçar e bi awayekî mentiqî li meselesê binêre û berpirsyariyê hilgire. Ez hêvî dikim ku ew jî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin."
Diyadîn Firat bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û giringiya çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiyeyê û got: "Pirs hatiye asteke wisa ku demokrasî û azadiya Tirkiyeyê girêdayî vê yekê ye. Çend roj berê li Başûrê Kurdistanê forumeke aştiyê hebû û bala Tirkan jî kişand. Li Rojhilata Navîn koalîsyoneke Ewropî û guhertinên mezin hene. Tirkiye nikare li hember van guhertinan tenê bimîne û pirsa Kurd paşguh bike."
