Şêwirmendê Nûrî Malikî: Armanca civînên me yên Hewlêrê lezandina pêvajoya avakirina hikûmetê bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê hûrgiliyên nîqaşên Hewlêrê eşkere kirin û ragihand ku, armanca wan diyarkirina para partiyan nebû, belkî danîna nexşerêyekê bû ji bo ku hikûmet bi lez bê avakirin; tekez jî kir ku, ew bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re li ser qanûna hilbijartinan û têkiliyên di navbera herdu aliyan de gihîştin hevfêmkirineka zelal.
Şêwirmendê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Ebas Mûsewî îro (Şemî, 22ê Mijdara 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Me di civîna xwe ya bi Serok Barzanî re de behsa encamên hilbijartinan û pêvajoya siyasî kir, herwesa me behsa wê yekê jî kir ku divê berbijar ji bo postên Serokomar, Serokê Parlementoyê û Serokê Hikûmetê bên yekalîkirin û navên berbijaran bi rengekê bilez bên pêşkêşkirin.”
Ebas Mûsewî herwesa got: “Behsa wê yekê nehatiye kirin ka kî dê wê postê werbigire an kîjan partî dê wan postan pir bike, belkî girîng zaniye ku her pêkhateyek destkeftiyên xwe diyar bike.”
Navbirî li ser civîna xwe ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî got: “Civîna me pir zelal bû, me behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, qanûna hilbijartinan, têbîniyên li ser wê qanûnê û ew têgihîştina xelet a qanûnan a ku di dema borî de hebû kir. Ew serdan serketî bû, û hemî bizav jî ji bo avakirina zû ya hikûmetê ne.
Nurî Malikî îro (Şemî, 22ê Mijdara 2025ê) bi serdaneka fermî gihîşt Hewlêrê û bi awayekî cuda bi Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
