Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê dema yekalîkirina giliyan eşkere kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku, di vê heftiyê de dest bi amadekirina bersivên giliyan tê kirin û bi merema yekalîkirina wan radestî Desteya Dadweriyê tên kirin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelayî duhî (Şemî, 22ê Mijdara 2025ê) ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re got: “Li gorî qanûna komîsyonê ya hejmar 31 a sala 2019ê, komîsyonê heft roj hene ku bersivên giliyan ji bo Desteya Sadweriyê amade bike da ku li wê derê biryar li ser wan bê dan.”
Cumane Xelayî herwesa got ku, Desteya Dadweriyê jî 10 rojên xebatê ji bo yekalîkirina giliyan û biryardanê hene.
Berdevka Komisyonê eşkere jî kir ku, heke gilî ji hêla Desteya Dadweriyê ve bên yekalîkirin, encamên dawiyê dê ji bo pejirandinê ji Dadgeha Federal re bên şandin.
Berdevka navbirî herwesa ragihand: "Hejmara giliyên pêşkêşkirî 872 bû û encamên dawiyê dê di destpêka meha bê de bên ragihandin."
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê li roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) yanî du rojan şûnda li hemî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.
