Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî pirsa avakirina hikûmeta nû nîqaş kir

Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî
Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera Wîfaqê ya Neteweyî ya Iraqê di hevdîtinekê de rewşa siyasî ya Iraqê û senaryoyên qonaxa piştî hilbijartinan nîqaş kirin û girîngiya diyalogê di navbera aliyan de jî tekez kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan îro (Duşem, 24ê Mijdara 2025ê) pêşwaziya Serokê Tevgera Wîfaqê ya Neteweyî ya Iraqê Dr. Eyad Elawî û şanda pê re kir.

Di wê civînê de, bi hûrî behsa rewşa siyasî ya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin û xwandinek ji bo encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hat kirin. Herwesa herdu aliyan dîtin nêrînên xwe li ser bandora encaman li ser nexşeya siyasî ya paşerojê ya welatî parve kirin.

Tewerekê din ê sereke yê wê civînê ji bo nîqaşkirina xwezaya diyalog û danûstandinên di navbera aliyên siyasî de hat terxankirin.

Di vê çarçoveyê de behsa wan pêngavan hat kirin ên ku, divê ji bo avakirina kabîneya bê ya hikûmeta federal a Iraqê bên avêtin, bi awayekî ku bersiva wê qonaxê bide.

 
Fly Erbil Advertisment