Li Laziqiyeyê şaneyeke DAIŞê hat jinavbirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Ewlehiya Navxwe ya Parêzgeha Laziqiyeyê ragihand, di encama operasyoneke taybet de, şaneyeke girêdayî DAIŞê li gundewarê bakurê parêzgehê hatiye bêbandorkirin.
Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya Laziqiyeyê Emîd Ebdulazîz Hîlal Ehmed di daxuyaniyekê de diyar kir, piştî şopandin û çavdêriyeke hûr, yekîneyên taybet bi hevkariya îstixbarata giştî, operasyonek li dijî şaneya DAIŞê li devera Bedrûsiye ya gundewarê bakurê Laziqiyeyê pêk anîne.
Li gorî daxuyaniyê, ev şane wekî "yek ji şaneyên herî metirsîdar ên ku hizra DAIŞê hildigirin" hatiye binavkirin û hat zanîn ku wan plan dikir êrîşên terorîstî li peravên Sûriyeyê pêk bînin.
Fermandarê ewlehiyê da zanîn jî, di dema girtina wan de, endamên şaneyê hewl dane li ber xwe bidin û pevçûn derketiye. Encamên operasyonê wiha ne:
- Hemû endamên şaneyê hatin girtin.
- Du endamên ku red kiribûn teslîm bibin, hatin kuştin (bêbandorkirin).
- Dest li ser miqdareke zêde ya çek û teqemeniyan hat danîn.
- Di pevçûnê de endamekî îstixbaratê bi giranî birîndar bû.
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin, hêzên ewlehiyê dê bi tundî û bi hêz bersiva her hewldaneke ku ewlehiya welatiyan û aramiya peravên Sûriyeyê têk bide, bidin.
