Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Îmaratê yê nû kir

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Hesen Şehî
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Hesen Şehî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îmaratê yê nû li Herêma Kurdistanê kir, destpêkirina karî li wî pîroz kir û hemî piştgiriya xwe ji bo biserxistina erkê wî anî ziman.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 24ê Mijdara 2025ê) piştî nîvro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îmaratê yê nû li Herêma Kurdistanê Ehmed Hesen Şehî kir.

Li gorî Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî destpêkirina karî li wî pîroz û kir hemî piştgiriya xwe ji bo biserxistina erkê wî anî ziman.

Çavkaniya navbirî eşkere jî kir: “Herdu aliyan pesna asta têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê da û xwesteka xwe ya hevpar ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyan di hemî waran de anî ziman.”

Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Her di vî warî de behsa derfetên karî û veberhênana Îmaratê li Herêma Kurdistanê jî hat kirin.”

Hilbijartinên Parlementoya Iraqê û rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinên bûn.

 
Fly Erbil Advertisment